|
Rêxistina Mafê
Mirovan li Kurdistanê di nûçeyekî de eşkere kir ku hejmara kuştiyên pevçûna di
navbera xelkê bajarê Îwan Xerb a Îlamê û hêzên rejîma Komara Îslamî gihîşte 4
kesan û çendîn kes jî bi xurtî birîndar bûne.
Li gor vê nûçeyî, piştî ragihandina encama dengên gerra duyem a bi nav
hilbijartinên Meclîsa rejîmê, di nava komek ji xelkê Îwan Xerb û hêzên rejîmê
pevçûn pêk hat û 4 kes bi navên Kesra Mîrî, Eşkan Bîbak, Mêhdî Kerîmî û Hamid
Esedî hatin kuştin û çendîn kesên din jî birîndar bûn.
Tê gotin pevçûna han seba nerazîbûna alîgirên yek ji berbijêrên bi nav
hilbijartinên rejîmê yê bi nav Daryûş Qenberî, di encama dengan de pêk hatiye.
Navhatî ku weke sêyemîn kes yê vê herêmê hatiye ragihandin, piştî pevçûna Îwan
Xerbê û kuştin û birîndarbûna çend kesan, bi fermî ji aliyê Wezareta Navxwe a
rejîma Îslamî, weke nûnerê yekem yê bi nav hilbijartina herêma Îwan Xerb a Îlamê
hate ragihandin. |