|
Roja duşem, 28’ê
Nîsana 2008’an, civîna salane ya Koma Giştî a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li
ser pirsgirêka
xelkên xwecih di binkeya UN’ê li bajarê “New York”ê xebatên xwe dest pê kir.
Ev civata giştî ku
sala 1994’an di nava Neteweyên Yekbûyî de pêk hatiye, di vê civînê de nûnerên
piraniya xelkên xwecih ji hemû parzemînên cîhanê û nûnerên welatên cur bi cur ku
xelkê xwecih
hene û welatên endam
ên NY û komîsyonên cuda cuda ên vê rêxistina navneteweyî û saziyên nedewletî ku
têkiliya wan bi pirsgirêka neteweyan û xelkê xumalî û xwecih ve heye, beşdar
bûn.
Di civîna roja
duşem(28.04.2008) ku ji bo jîngeh û mafên xelkê xwecih hatibû terxankirin, piştî
vekirina civînê ji aliyê Desteya Rêveber û axavtina şareza û pisporên vî warî,
endamên mêvan pirs û pêşniyarên xwe raberî civînê kirin.
Şandeke PDK Îranê bi
nûneriya Rêxistina Netewe û Gelên Bênûner(UNPO) pêkhatî ji Şerîf Bêhrûz,
nûnerê PDK Îranê li Amerîka û Elî Qadirî, berpirsiyarê Komîteya vê
partiyê li vî welatî bi awayekî çeleng beşdarî civîna han bûn. Şanda partiyê di
navbera kar û xebatên vê civînê de karî bi gellek kesayetî, nûner û beşdarên vê
civînê re hevdîtinan pêk bîne.
Civîna han heta 2’ê
Gulana 2008’an dom dike û şanda partiyê jî li ser pirsa neteweya Kurd li Îranê
di bin desthilata Komara Îslamî de dê gotarekê pêşkêş bike. |