Hevwelatiyekî Kurd Û
Çalakekî Siyasî Bi Cezaya Zîndanê Hatin Mehkûmkirin
Ajansa Nûçeyan a “Mukriannews”ê da
zanîn ku du kes bi navên Ferzad Kerîmiyan û Mihemed Azerbar, ji
aliyê dadgeha rejîma Îranê bi cezaya zîndanê hatin mehkûmkirin.
Ferzad Kerîmiyan çalakê siyasî ji
aliyê dadgeha han ve bi buxtana hevkarîkirin tevî yek ji partiyên siyasî ên
neyarê rejîma Komara Îslamî a Îranê bi salek cezayê salek hatiye
mehkûmkirin.
Herwiha Mihemed Azerbar bi vê
buxtanê ji aliyê dadgeha şoreş a Mehabadê bi 5 meh cezayêgirtîgehê hate mehkûmkirin.