|
Komîteya Çavdêr ya Belavokên
Xwendekarî yên zanîngeha Razî a Kirmaşanê, di biryarekê de, weşana belavoka
xwendekarî a Taq Wesanê, piştî belavbûna tenê 2 hejmaran, bo heyama 3 mehan da
rawestandin.
Eşkan Mosîbiyan, birêveberê weşana
han, di vê derheqê de bi nûçegihaniya Xwendekarî a Emîrkebîrê re da zanîn ku
weşana han bi buxtana belavkirina nivîsarên nerast, hatiye tawanbarkirin.
Li gor çavkaniya han, çend caran ji
aliyê hêzên parastina zanîngehê ve, lêpirsîn ji Eşkan Mosîbiyan, hatiye kirin.
|