|
Li gor daxuyaniyekê ku ji deftera
Rêxistina “RMMK”ê ve gihîştiye malpera “kurdistanmedia.com”ê, 250 çalakên sivîl,
siyasî, xwendekarî û jinana nerazîbûna xwe derheq dana biryara îdamê ji bo sê
çalakên Kurd ên bi navên Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan, ji
aliyê dadgeha rejîma Komara Îslamî a Îranê eyan kirine.
Van 250 kesan ku navê wan di dawiya
daxuyaniyê de hatiye, her wiha nerazîbûna xwe ji îşkencekirina van sê çalakên
Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve şekere kirine. Wan her wiha daxwaz kirine ku
biryara îdamkirina sê çalakên Kurd yên navhatî ji aliyê dadgeha rejîma Îranê bê
betalkirin û lêkolîneke serbixwe derheq îşkencekirina Ferzad Kemanger bê
encamdan. |