Hevwelatiyekî Kurd Bi 5 Meh Cezayê Girtîgehê Hate Mehkûmkirin
Dadgeha Şoreş a Mehabadê, Xalid
Şîrzad, xelkê Bokanê bi 5 mehan cezayê zîndanê mehkûm kir.
Ezîz Mijdeyî, parêzerê navhatî
derheq vê biryarê bi malpera “mukriannews”ê re got: “Dadgeha şoreşa Îslamî a
Mehabadê, Xalid Şîrzad, bi buxtana hevkarîkirin tevî yek ji partiyên siyasî yên
neyarê rejîmê bi 5 meh cezayê zîndana “tezîrî” mehkûm kir û biryara han ji aliyê
dadgeha pêdeçûn a Parêzgeha Azerbaycana Rojava ve weke xwe hate pejirandin.