Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Xwendekarekî Zanîngeha Urmiyê Hate Azadkirin

 

Hadî Hemîdî Şefîq, piştî 17 meh man di girtîgeha navendî a Urmiyê de, roja 14.03.2008’an, serbest hate berdan.

 Nûçegihaniya Emîr Kebîr di vê derheqê de ragihand: “Hadî Hemîdî Şefîq, xwendekarekî rişteya mêmarî a zanîngeha Urmiyê, li dawiya sala 2006’an, bi buxtana beşdarîkirin di meşa neyasayî û cehdkirin li dijî ewlehiya neteweyî de, bi 10 mehan cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin.

 Navhatî her wiha di Gulana sala 2007’an li ser dozvekirina cîgirê dadwerê giştî bi buxtana berhevkirin û hebûna CD’yên ku tê de bê hurmetî û bêrêzî bi Xameneyî hatiye kirin, serbarê îspatnebûna biryara wî di dadgeha yekem de, ji aliyê dadgeha pêdeçûnê ve, 7 mehên din ji cezayê girtîgehê jê re hate zêdekirin.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Pêncşem, 30’ê Xezelwera 1387’ê Rojî