85 Karkerên Bajarokê Pîşesazî A Qereabad A Seqizê Ji Kar Hatin Avêtin
85 karkerên peymankar ên yekeyên
berhemanîn ên bajarokê pîşesazî a Qereabad a Seqizê di heyamê çend rojên borî de
ji kar hatin avêtin.
Seyîd Mihemed Salih Husênî, yek ji
çalakên karkerî li bajarê Seqizê, tevî ragihandina nûçeya han, ji malpera
“dastranj”ê re, got: “ Karkerên han ku bi hêceta kirîzên aborî yên vê karxaneyê
ji kar hatine derêxistin, mafên qanûnî yên çend mehên xwe wernegirtine.