Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Li Viyenê Konferanseke Navneteweyî Derheq Xeteriyên Îranê Birêve Çû

 

Rojên 03 – 04.05.2008’an, konferanseke navneteweyî li ser navê “Xeter û gefên Komara Îslamî a Îranê”, li Viyan, Paytexta Otrîşê birêve çû.


Di konferansa han de ku ji aliyê pilatforma “Stop The Bomb”ê ve hatibû lidarxistin, çendîn kesayetiyên zanistî ên zanîngehên Otrîşê, Alman, Kanada, Amerîka, Îsraîl û her wiha çendîn nivîskar û rojnamevanên pispor li ser pirsên Rojhilata Navîn û Îranê, gotarên xwe pêşkêş kirin. Ji aliyên opozîsyona Îranê ve, Hîwa Behramî, nûnerê PDK Îranê li Otrîşê, Keywan Kabalî, nûnerê Partiya Kesk a Îranê li Amerîkayê û her wiha çalaka warê mafê jinan Nîlûfer Beyzanî, li welatê Almaniyayê, ji bo konferansa han hatibû vexwendin.
Xala balkêş a vê konferansê, beşdarînekirina nûnerên partiyên siyasî ên Otrîşê bû ku sedema vê vedigere ser hebûna rexneyên tund li hember pêwendiyên di navbera Otrîş û Îranê de.
Hêjayî gotinê ye ku di konferansa han de pirsa terorîzma navneteweyî a Komara Îslamî ya Îranê yek ji wan mijarana bû ku bi berfirehî kete berbas û her di vê derheqê de dehan car îşare bi terora rêberê mezin, şehîd Dr. Qasmilo û hevalên wî li Viyenê hate kirin û nûnerê PDK Îranê di axavtina xwe a vê konferansê de bi berfirehî li ser dosya terorkirina şehîd Dr. Qasimlo li ser axa Otrîşê axivî.
Konferans roja duşem, 04.05-2008’an dawî bi karê xwe anî.

Hîwa Behramî di navbeyna beşên vê konferansê de çendîn hevdîtin tevî kesayetiyên beşdar weke Yûsî Mêlmen, sernivîskarê rojnameya Ha Arêts a Îsraîlê, Mîneşe Emîr, berpirsiyarê beşa Farsî a radyo Îsraîlê, Patrîk Kilawsên, cîgirê berpirsiyarê Enistîtûya Lêkolînên Rojhilata Navîn li Waşîngtonê û her wiha Pawlo Kasaka, nûnerê Partiya Sosyal Demokrat a Portogalê li Parlemantaya Ewropayê û çendîn kesayetiyên din yên konferansê de pêkanîn.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Pêncşem, 30’ê Xezelwera 1387’ê Rojî