|
Serokê Îdareya
Perwerdeya Tehranê, got: “ Bi dana biryara betalkirina 90 xwendingehan, aliyê
kêm 18 hezar xwendekar li bajarê Tehranê derbeder bûn”.
Elîefşar Yezdanî, di hevpeyvînekê de tevî nûçevanê hikûmetî a “ISNA”yê, got ku
%70 ji xwendingehên Tehranê pitir ji 35 salan e ku hatine avakirin, lewra bona
çêkirina wan hewcehî bi xerceke zaf heye.
Navhatî her wiha îşare kir %47 ji pereyê diyarîkirî bona çêkirina xwendingehên
Tehranê, ji aliyê kesayetiyên xêrxwaz ve tê dabînkirin û 321 xwendingehên vî
bajarî jî bikirê hatine girtin. |