Cotkarekî Bokanî Bi 6 Meh Cezayê Girtîgehê Hate Mehkûmkirin
Cotkarek bi navê Mihemed Awêje,
xelkê gundê Qarince Gewre li derdora bajarê Bokanê, ji aliyê dadgeha rejîma
Komara Îslamî a Îranê ve bi 6 meh cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin.
Navenda Nûçeyan ya PDK Îranê di vê
derheqê de da zanîn ku navhatî li ser dozvekirina yek ji kirêgirtiyên rejîmê bi
cezayê han hatiye mehkûmkirin.
Kirêgirtiyê han dibêje ku dema xwe
PDK Îranê li dema dabeşkirina zeviyan de, beşek ji zeviyên wî daye Mihemed
Awêje.