Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Mihyedîn Hacî Mîrzayî, Bavê Ferhad Hacî Mîrzayî, Yek Ji Girtiyên Siyasî Daxwaza Hevkariyê Dike

 

Mihyedîn Hacî Mîrzayî, bavê Ferhad Hacî Mîrzayî, çalakê siyasî ku niha di  girtîgehê de ye, di nameyekê de, daxwaz ji gişt sazî û civatên parastina mafê mirovan kir ku ji bo azadkirina kurê wî hewlê bidin.

Di destpêka vê nameyê de hatiye: “Di zivistana borî de, Ferhad dema ku ji bo çêkirina didanên xwe diçe bal didansaz, ji aliyê hêzên ewlekarî ên rejîma Komara Îslamî a Îranê tê revandin”.

Di beşeke din a namê de hatiye: “Ferhad Hacî Mîrzayî yek ji kesên xweşnav û xweştiviyê xelkê bajarê Sine ye”.

Navhatî ku yek ji çalakên warê mafê jinan, zarok û karkeran bûye, heya niha çendîn caran ji aliyê hêzên ewlekarî ên rejîma Îranê ve bi buxtana parastina mafê mirovan hatiye girtin.

Li gor nameya han malbata Ferhad çendîn caran seredana navendên ewlekarî û dadgehên rejîma Îslamî a Îranê kiriye, lê heya niha tu bersivek wernegirtine û di vê heyamê de diya wî ronahiya çavên xwe ji dest daye. Her wiha pitir ji 4 mehan e ku Ferhad di xirabtirîn rewşê de dijî û dest û piyên wî di dema lêpirsînê de ji aliyê hêzên hov ên rejîma Komara Îslamî a Îranê ve hatine şikandin û heta îzin nedane ku parêzerê wî serdana wî bike û hevdîtinê jê re pêk bîne.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Yekşem, 16’ê Pûşpera 1387’ê Rojî