|
wan bû, pirsiyarên wek:
Siyaseta Îranê li hember
Rojava, teyarbûna Îranê bi çekên Etomî û bandora wê li ser rewşa ewlehiya dever
û cîhanê, gefa jinavbirina Îsraîlê ji aliyê desthilatdarên rejîma Îranê û tirsa
bicîanîna wan gefan, siyaseta nerohn a Yekîtiya Ewropayê, bi taybetî Almanya li
ser pirsgirêka Etomî a Îranê û kêşeyên di navbera Îran û Îsraîlê û di encam de
kê û çawa li hember meyandina Uranyûmê ji aliyê Îranê ve dê raweste?
Ji ber vê yekê hejmarek pispor û
şareza di warê siyaseta navneteweyî, ewlehiya navneteweyî, Îran, terorîzm û
çekên Etomî de, herwiha hejmarek rêxistin û kesayetiyên siyasî û çalakên pirsên
jin û mafê mirov hatibûn gazîkirin.
Di nav hêzên siyasî ên Îranê de, PDK
Îranê ji bo konferansê hatibû vexwendin. Nûnerê PDK Îranê axavtinek li ser rewşa
Rojhilatê Kurdistanê, siyaset û helwestên PDK Îranê li hember pirsên cur bi cur
ên Kurdistan, Îran û deverê, herwiha siyaseta Ewropayê li hember Komara Îslamî a
Îranê pêşkêşî beşdarên konferansê kir.
Beşdarên Îranî di konferansa han de,
bi giştî derheq xebata berfireh a jinan û zêdebûna xurt û berfireh a binpêkirina
mafê mirovan û tepeserkirina azadîxwazan di Îranê de axivîn.
Encama axavtin û şiroveyên beşdaran
bi yekdengî dide xuyakirin ku:
1. Berevajî îdîayên rejîma Îranê,
programa Etomî a wî welatî tenê ne bi armanca bidestxistina hêzê ye, belku
bidestxistina çekên Etomî ye.
2. Her çawa be, nabe Îran çekên
Etomî bidest bixe, rêya çareserkirina vê pirsgirêkê gotûbêj û dîplomasî ye, lê
nabe gotûbêj take rê be.
3. Îsraîl gefên Îranê li ser xwe
micid dizane û man û nemana xwe di teyarbûna Îranê bi çekên Navikî de dizane.
4. Îsraîl mafê xwe dizane ku pêşî ji
programa Navikî a Îranê bê girtin û li hember gefên Îranê mafê parastina xwe
heye.
5. Civata navneteweyî dibe li ser wê
yekê sax bibe û bilez biryar bide ku bixwe li hember programa etomî a Îranê
raweste an ew erke bikeve ser milê Îsraîlê.
Di vê derbarê de li gor nêrîna
beşdarên konferansê, siyaseta Yekîtiya Ewropayê li hember programa Etomî a Îranê
nerohn e. Di vê derbarê de biryar hate dan ku şandek pêk bê û daxwaza hevdîtina
Xatûna “Angêla Merkel” Serok Wezîra Almanyayê bê kirin û ji nêzîk ve girîngiya
pirsê jê re bê baskirin.
Şanda PDK Îranê di vê konferansê de,
Dr. Mîro Eliyar nûnerê vê partiyê di dem û dezgehên Yekîtiya Ewropayê û
Hecî Cundî bûn. Vê şandê karî tevî gellek rêxistin û kesayetiyên beşdar
ên vê kobferansê jî hevdîtinan pêk bîne. |