Jinavçûna 20 Hezar Derfetên Karî Di Parêzgeha Sine De
Hişkesaliya bêmînak a îsal di
Parêzgeha Kurdistanê de, pitir ji 20 hezar delîveyên karî di beşa cotkariya vê
deverê de jinav biriye.
Îqbal Rizayî, birêveberê “Xanê
Karger” a Sine derheq vê çendê bi malpera “dastranj”ê re got: “Hişeksaliya îsal
seba nebarîna baranê û kêmbûna paşkevtên binerd yên avê, bûye sebeb ku bêtirî 40
hezar cotkarên deverên cur bi cur ên Parêzgeha Kurdistanê tevî asteng û
pirsgirêkan berbirû bin.