Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Heftemîn Civîna Salane Ya “ECOSOC” A Netewe Û Gelên Xwecih Ên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî

 

Îsal bo cara yekemîn nûnerên partî û rêxistinên neteweyên Kurd, Belûç û Ereb bi nûnerî ji aliyê Kongireya Neteweyên Îrana Federal bi awayê serbixwe û herwiha li ser navê endamên KNÎF, di heftemîn civînên salane Pilatforma Timî ya gel- netewe û akinciyên xwecih yên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ku di binkeya navendî a NY ji roja duşem 21’ê Nîsanê heta roja înê 2’ê Gulana

2008’an li bajarê New York’ ê hate lidarxistin, bi awayekî çeleng beşdarî kirin.

Civîna îsal bi peyama vîdeoyî a Ban Kî Mon û piştre bi axavtina Aywa Mirals Serok Komarê Bolîvya dest pê kir. Naverok û mijara eslî a komcivîna îsal, nîştiman û mafê mifahstandin ji çavkaniyên xoristî weke çareseriya arîşe û kêşmekêşên etnîkî û neteweyî, jinavbirina ekosîstemê, xwendin û axavtin bi zimanê dayîkê, guhartinên ekolojîk û cewî di xwezayê de, berhevkirina qanûnên navneteweyî ji bo berevanîkirin ji mafên neteweyên xwecih ên heyî li welatên cur bi cur ên cîhanê di vê sedsalê de û têkiliya karî a nêzîktir tevî karê Konseya Mafê Mirovan ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bûn.

Ji ber guhartinên pirr kûr û bingehîn, hem di warê çendatî û him di warê çawaniyê de, nemaze guherîna straktora Komîsyona Mafê Mirovan a RNY, guhartin û avakirina Civata Mafê Mirovan a nû di cihê wê de, girîngiyeke taybet dabû civîna îsal. Di Îlona 2007’an, danezana parastin û rêzgirtin li mafên gel û neteweyên xwecih û kêmaniyên etnîkî, piştî 20 salan ji aliyê rêberên hemû welatên endam ên RNY hate pejirandin.

Endamên Pilatforma Timî 16 kes in ku nîvek ji aliyê welatên endam ên NY û nîva din jî ji çalak, pispor û nûnerên netewe û qewmên xwecih û rêxistinên nedewletî (NGO) tên hilbijartin.

Îsal bo cara yekemîn Komara Îslamî dîplomateke jin a xwe bi navê Peymane Heste ji vê platformê re nasand û bo dema sê salan kire nûnerê xwe di vê Saziya Neteweyên Yekbûyî de.

Bêtirî 1300 nûnerên gelên xwecih li seranserî cîhanê, nûnerên dewletan, rêxistinên nedeweletî ên navneteweyî(INTL NGO), rêxistinên pispor û rêveber ên Neteweyên Yekbûyî, Banka Cîhanî, nênerên Parlamentoya Ewropayê- ku komcivîna herî mezin derheq hiqûqên etnîk û neteweyên xwecih û bindest e- di vê civîna binkeya navendî a RNY li “New York”ê de beşdar bûn.

Ev komcivîna salane vê derfetê ji bo gel û etnîkên xwecih û akinciyên eslî û kêmaniyên neteweyî pêk tîne hetanî rewşa xwe a mafên mirovan di asta navneteweyî de bînin rojevê û nûnerên wan di bas û nîqaşên civînê û baskirina rêyên çareseriya rewşa han û herwiha standard û normên mafê mirovan di asta navneteweyî û çawaniya bidestveanîna hiqûqên van netewane pêk bînin.

Pilatforma Timî a Entnîk û Gelên Xwecih, weke organeke şareza û lêzan tê hesibandin û Neteweyên Yekbûyî pê re dişêwire û  derbarê baskirina sedem û bingehên arîşe û kûşmekêşên navbera gelên xwecih ên bindest ji aliyekê û ji aliyê din jî dewletên desthilatdar û gelên zal alîkariyên hêja û berbiçav bi rêxistin û saziyên navneteweyî re dike. Her çiqas xebatên Pilatforma han a navneteweyî ji sala 2000’an virde dest pê kiriye, lê ji sala 1995’an ve ji aliyê Konseya Mafê Mirovan a RNY, ev esl weke yek ji armancên herî girîng ên dehsalê (dehsala mafê mirovan ya gelên xwecih) kete rojevê û pejirandina daxuyanî û biryarnameyeke cîhanî bi piştgiriya etnîk û gelên xwecih û bindest ji aliyê Konseya Mafê Mirovan û niha jî ku gelaleya han yê ketiye ber destûra karê Civata Giştî a NY ji bo ku bibe qanûn û biryarnameyeke pejirandî a navneteweyî hatiye pêşkêşkirin, girîngiya wê ji me re dide xuyakirin.

Ji aliyê neteweyên Îranê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Partiya Hevpêwendiya Demokratîk a Ehwazê û Partiya Xelkê Belûçistanê beşdarî civînên vê gerra Palatformê bûn û her yek ji wan rewşa mafê mirovan di herêmên xwe de ji endamên hertimî ên Pilatformê re şirove kirin. Wan sê partiyane bi nûnerî ji aliyên gelên Îranê di panelên civînan de axivîn û gellek çalakî lidar xistin. Wan li derveyî hola civînê daxuyanî û dukoment û wêneyên şehîdan û îdamkiriyên xebatkarên azadiyê li Îranê bi destê rejîma dîktator a Komara Îslamî belav dikirin. Sê partiyên han weke nûnerên Kongreya Neteweyên Îrana Federal û Rêxistina Gel û Neteweyên Bênûner (UNPO) jî gotar pêşkêş kirin û bo cara yekemîn pirr bi başî pirsa pirneteweyîbûnê li Îranê xistin berbas ku heta niha tu rêxistineke siyasî a Îranê nexistiye berbasê, ji nûnerên bêtirî 50 welatên endam re anîn holê û bala wan kişandin ser vê pirsê. Ew ronvekirina han bû sedem ku şanda nûneriya Komara Îslamî a amade di civînê de dijkiryaran ji xwe bide nîşandan û bi liv û riftarên ne demokratîk û ne dîplomatîk dixwestin pêşiya axavtin û agahîdana nûnerên gelên Îranê bigirin. Şanda rejîma Komara Îslamî bi hêrs û nerehetî mist li ser maseyên xwe dikutîn û dixwestin ku bi vê rêyê ve rê nedin nûnerên partiyên han ên azadîxwaz biaxivin û rastiyan ji beşdarên civînê re ronî bikin. Êrîşa herî xurt a şanda Komara Îslamî di bersiva gotinên yek ji berpirsiyarên Rêxistina Mafê Mirovan li Ehwazê û heyeta nûneriya Erebên Îranê bû ku ew bi terorsît binav kirin. Şanda Komara Îslamî înkara hebûna pirsa neteweyî û pirneteweyîbûna Îranê kir û berdewam digotin ku me pirsa gel û etnîkên neteweyî û xwecih tune ye.

Helbet divêt were gotin ku ev cure buxtan û tometlêdanên hikûmeta Komara Îslamî di hemû civat û civînên Neteweyên Yekbûyî de li dijî xebatkarên siyasî û çalakên mafê mirovan ne tişteke nû ye û beşdarên vê civînê jî bala xwe nedan wan îdeayan pûç û dûr ji rastiyê. Xala balkêş di civîna heftemî a Pilatforma Timî a Entnîk û Gelên Xwecih eva bû ku nûnerên şanda Îranê di vê civînê de her cara ku diaxivîn, digotin ku Îranê dengê ERÊ û erênî dayiye Danezana Mafên Kêmaniyan û berevaniyê ji mafên gel û neteweyên xwecih û kêmaniyên etnîkî di hemû deverên cîhanê de ye (lê ne li Îranê)! lê piştre haşa ji pirneteweyîbûna Îranê dikirin û dikin.

Xalek din a pirr balkêş a vê civînê eva bû ku piştî axavtin serokên şanda nûnerên Kurd, Belûç û Ereb ên Îranê hemû beşdarên civînê bo demekê û ji bo xuyakirina piştevaniya xwe  ji wan, çepik lêdixistin û ev yek ji Komara Îslamî re rûreşî û şermezarî di asta cîhanê de bû.

Beşdariya nûnerên sê gelên Kurd, Belûç û Ereb li Îranê di vê civîna mezin û berfireh de, giringiyek taybet bi xwe heye û bêguman dê bandoreke baş li ser biryar û helwestên wan welat, hêz, alî û kesayetiyên beşdar ên vê civînê bike û ji Opozîsyona Îranê û nemaze xebata azadîxwaziya gelên Îranê re destkevteke dîrokî û bihagiran bû, ji ber ku bo cara yekemîn û rasterast dengê xwe gihandin Neteweyên Yekbûyî.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Yekşem, 30’ê Pûşpera 1387’ê Rojî