|
Berpirsê Îdareya Ewlekarî a rejîma
Komara Îslamî a Îranê, li bajarê Makûyê, Serokê taqima qaçax a endamên laşê
mirovan bû.
Navenda Nûçeyan ya PDK Îranê da
zanîn ku piştî eşkerebûna nûçeyê han, Pasdar Ehmed Arif, berpirsê îdareya
ewlekarî a bajarê Makuyê hate girtin û ji aliyê rejîma Komara Îslamî a Îranê ve
bi cezayê îdamê hatiye mehkmûkirin.
Lê karbidestên rejîmê bona
pêşîgirtin ji eşkerebûna cinayetên Ehemd Arif û taqima wî, navhatî ber bi
girtîgeha Tehranê şandin û heya niha nehatiye îdamkirin.
Hêjayî gotinê ye ku pasdar Ehmed
Arif, ji wan kesên cinayetkar tê hesibandin ku di şehîdkirina çendîn Kurdên
welatparêz de dest hebûye û her wiha berpirsê girûpa terorîstî û kiryarên
xweteqandinê di welatên cîran weke Îraq û Lubnanê de ye. |