|
Navenda Nûçeyan ya PDK Îranê da
zanîn ku roja pêncşem, 08.05.2008’an, şandeke Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên
Kurdistana Îranê, seredana binkeya Deftera Siyasî a PDK Îranê kir ku ji aliyê
birêz Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtina han de her du aliyan li
ser zirûfa herêm, Îran û Kurdistanê bîr û ra bihev re guhartin. Wan her wiha li
ser pirsên pêwendîdar bi opozîsyona Îranê û Kurdistanê û Kongireya Neteweyên
Îrana Federal axivîn û li ser nêzkîtirkirina zêdetir a hêzên azadîxwaz û
aştîxwaz yên Îranê û Kurdistanê tekez kirin.
Hêjayî gotinê ye ku şanda mêvan ku
pêkhatibû ji Ebdula Muhtedî, Sekreterê vê partiyê, Behmen Eliyar û Necme
Gulperwer, endamên Deftera Siyasî, Mecîd Paşayî, Enwer Mihemedî û Selah Şerîfî,
endamên Komîteya Navendî û Elî Cewahirî, endamê Cîgir yê Komîteya Navendî, ji
aliyê Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê, Têmûr Mistefayî, endamê
Deftera Siyasî, Kawe Behramî, endamê Komîteya Navendî, Omer Xulamelî, endamê
Cîgir yê Komîteya Navendî û Şaho Ferazmend, endamê Ravêjkar yê Komîteya Navendî
ve hatin pêşwazîkirin. |