|
Roja înê, 09.05.2008’an, konfernsek
li ser madeya 140 û pêşeroja Kerkûkê û herêmên din ên Kurdistana Başûr, bi
hevkariya Enistîtuya kurd li Waşîngtonê, Kongireya Neteweyî a Kurd û Zanîngeha
pîskolojîk di yek ji holên Kongireya Amerîkayê li Waşingtonê birêve çû.
Konferansa han bi axavtina Dr.
Necmedîn Kerîm, Serokê Enistîtuya Kurd li Waşîngtonê dest pê kir. Navhatî di
axavtinên xwe de got: “Xelkê Kerkûkê li mêj sal e ku di bin tepeserkirin û
dîktatoriya hikûmeta Sedam Husên de êş û azarên zaf kişandine û paşdexistina
refandoma Kerkûkê domandina siyaseta han a tepeserkirinê ye.
Di vê konferansê de Pîter
Golbraith, balyozê berê yê Amerîkayê û dostê nêzîk yê Kurd, Janson Gulch,
karnasê Enistîtuya Aştî ya Amerîkayê, Olbeary Brendon, ji zanîngeha
Pinsîlwanyayê û Joe Reeder, cîgirê berê yê Arteşa Amerîkayê li ser madeya 140 û
qanûna bingehîn a Îraqê axivîn.
Her wiha Dr. Mihemed Êshan, Wezîrê
Kar û Barê Herêmên Derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dr. Kendal Nezan, Serokê
Enidtîtuya Kurdî ya Parîsê û Dr. Kemal Kerkûkî, Cîgirê Serokê Parlemana
Kurdistanê û Dr. Saman Şalî, Serokê Kongireya Neteweyî a Kurd di vê derbarê de
mijarên xwe pêşkêş kirin.
Di beşeke din a konferansê de,
David Berger, balyoz û endamê berê yê Parlemana Kanadayê, Erin Mathwes, berpirsê
pirograma Îraqê di Enistîtûya Demarta a Neteweweyî de û David L. Phillips, ji
zanîngeha Kolobyayê û David Polloch, ji Enisîtuya Waşîngtonê û Qubad Talebanî,
nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê li ser pêkhatin û dabeşkirina
desthilatê axivîn.
Her wiha di beşeke din a konferansa
han de, Dr. Mihemed Êhsan, Dr. Necmedîn Kerîm û Dr. Kemal Kerkûkî li ser dîrok û
zirûfa axivîn.
Hêjayî gotinê ye ku şandeke PKD
Îranê bi serokatiya Şerîf Bêhrûz, nûnerê PDK Îranê li Amerîkayê beşdarê vê
konferansê bû. |