Berpirsa Heftînanameya Kereftû Bo Dadgehê Hate Gazîkirin
Berpirs û xwediya heftînameya
Kereftû seba belavkirina raporekê derheq rê û resma Roja Cîhanî a Kedkaran di
sala 2008’an de, bo dadgehê hate gazîkirin.
Malpera “dastranj”ê da zanîn ku
Leyla Medenî, berpirs û xwediya heftînameya Kereftû, roja 10.05.2008’an, li
ser daxwaza berê a dadgehê, seredana taya 3’ê a lêpirsînê li bajarê Sine kir.
Navhatî bi dana rehînê heya dema
pêkhatina rûniştina dadgehê hatiye azadkirin.