|
Ajansa Nûçegihanî a “Peyamner”ê da
zanîn ku Leyla Zana, endama berê a Parlemana Turkiyê, bi buxtana gotinên ku ji
aliyê dadgeha Turkiyê ve bi neyasayî hatine zanîn, renge bi 69 sal cezayê
girtîgehê bê mehkûmkirin.
Leyla Zana ji aliyê dadgeha Komarî
a Amedê ve bi buxtana piropagendekirin ji bo saziyên neyasayî hatiye
mehkûmkirin.
Her wiha li gor rapora dadgeha
Komarî a Turkiyê, Leyla Zana di gotinên xwe de Başûrê Turkiyê bi Bakûrê
Kurdistanê û Başûrê Îraqê jî bi Başûrê Kurdistanê binav kiriye û eva jî li gor
yasayên dadgeha dadwerî a Turkiyê ve tawan tê hesibandin. |