|
Navenda Nûçeyan ya PDK Îranê da
zanîn ku li doma êrîşên hovane ên hêzên rejîma Komara Îslamî a Îranê û kuştin û
birîndarkirina xelkê derdora bajarê Selmasê, çend rojan berî niha kesek bi navê
Hemîd Derûnsû, temen 45 salî û xelkê gundê Bajêge li Bakûrê Kurdistanê
hate kuştin.
Navhatî ji aliyê hêzên dijî gelî ên
rejîma Îranê yên cîgir di binkeya leşkerî a Sêroyê, hatiye kuştin.
Her wiha roja 07.05.2008’an, di
encama êrîşa hêzên rejîmê li gundê Abazer li derdora bajarê Selmasê, nûciwanekî
15 salî bi navê Daniş Îsazade, jiyana xwe ji dest da û birê wî jî bi
xurtî birîndar bû.
Roja 08.05.2008’an, nûciwanekî 17
salî bi navê Mîlad Mihemedzade, xelkê gundê Abazer, seba êrîşa hêzên
tepeserker ên rejîma Îranê bi xurtî birîndar dibe.
Di cinayetekî din a hêzên rejîmê de,
roja 07.05.2008’an, li gundê Çarsitûn li herêma Qutor a ser bi bajarê Selmasê,
hejmarek ji kasibkarên sersînor dikevin ber êrîşa hêzên rejîma Komara Îslamî a
Îranê û 2 kes ji wan bi xurtî birîndar bûn.
Her wiha çend rojan berî niha
kasibkarekî Kurd li gundê Abazer(sînorê Îran û Tukriye) dikeve ber êrîşa guleyan
û bi tundî birîndar dibe.
Her wiha roja 09.05.2008an, sê
kesên din yên akinciyê gundê Dêlezî li herêma Şipîranê a ser bi Selmasê ji aliyê
hêzên rejîma Îslamî a Îranê dikevin ber êrîşa guleyan û bi xurtî birîndar dibin.
Navê yek ji birîndarbûyiyan
Tajdîn e û tê gotin ku ewên din bira jinbirayê wî ne.
Hêjayî gotinê ye ku hêzên rejîma
Komara Îslamî a Îranê li ser sînorên herêma Şipîran a Selmasê cîgir bûne û
ragihandine ku heke kesek di 500 metriya sînor de bibînin, dê bidin ber êrîşa
guleyan. |