Hîwa Botîmar Ji Aliyê Dadwerê Doza Xwe Ve Rastî Îşkenceya Ruhî Tê
Hîwa Botîmar, çalakê sivîl yê Kurd
ku bi cezayê îdamê hatiye mehkûmkirin, ji aliyê dadwerê doza xwe ve di girtîgeha
navendî a Merîwanê de, rastî îşkenceya ruhî hatiye kirin.
Li gor agahiyên herî dawîn, Hîwa
Botîmar him di warê ruhî û him di warê cismî ve di rewşeke pirr xirab de ye.
Navhatî tûşî nexweşiya
Asmê(Bêhntengî) bûye û her wiha pirça serê wî heya astekî zaf veriya ye.
Li gor ceribînên nojdariyê, navhatî
seba zext û givaşên pîskolojîkî û her wiha girtina gireva birçîbûnê bona
eyankirina nerazîbûna xwe derheq rewşa nebaş a girtîxaneyê tûşî nexweşiya han
bûye.