|
Hicrî, Sekreterê Giştî yê vê
partiyê, hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtina han de, Xêredîn Murad,
Sekreterê Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê, bi berfirehî baseke siyasî li ser
rewşa Kurd li Sûriyê û bêparkirina netewa Kurd ji mafên siyasî û mirovî di vî
welatî de kir.
Piştre Mistefa Hicrî, Sekreterê
Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li ser rewşa Îran û Kurdistanê û
xebata netewa Kurd û rola PDK Îranê axivî.
Di dawiya vê hevdîtinê de her du
aliyan li ser berfirehkirina pêwendî û dostîniya di navbera xwe de tekez kirin.
|