Qirar E Kebûdvend
Roja
21’ê Gulanê Were Dadgehîkirin
Deftera RMMK ragihand ku qirar e
Mihemedsidîq Kebûdvend, Serokê Saziya Parastina Mafê Mirovan li Kurdistanê
roja 21.05.2008’an bi buxtana çalakiyên siyasî were dadgehîkirin.
Navhatî bi buxtanên damezirandin û
birêvebirina
Saziya Parastina Mafê Mirovan li
Kurdistanê, propagandakirin li dijî rejîma Îslamî ji rêya belavkirina daxuyanî û
ragihandinên cur bi cur ve û belavkirina nûçeyên nerast û têkdana raya giştî ji
rêya belavkirina nûçe û raporên pêwendîdar bi binpêkirina mafê mirovan qirar e
di taya 15 a Dadgeha Şoreşa Îslamî li Tehranê bê dadgehîkirin.
Kebûdvend di destpêka havîna sala
borî de hatiye girtin û heya niha jî di girtîgehê de ye.