|
Girtiyekî Kurd bi
navê Sefyedîn Dawûd, xelkê Pîranşarê bona xuyakirina nerazîbûna xwe derheq
rohnebûna çareseriya xwe dest da gireva birçîbûnê.
Li gor rapora çalakên Mafê Mirovan
li Îranê, navhatî 2 salan berî niha û bê hebûna tu sened û belgeyekê bi buxtana
kuştina yek ji derecedarên hêza Întizamî, hate girtin û serbarê vê çendê ku hêj
buxtana han nehatiye îsbatkirin, navhatî 2 sal e ku di girtîgeha Urmiyê de ye.
Lewra wî bona xuyakirina nerazîbûna
xwe derheq rewşa han, pitir ji 10 rojan e ku yê dest daye gireva birçîbûnê û
rewşa wî ya cismî pirr xirab e. |