|
Mamostayên xanenişînkirî yên bajarê
Kirmaşanê, roja duşem, 12.05.2008’an, bo çendemîn car li hember îdareya giştî a
Perwerdê kom bûn.
Di kombûna han de mamostayên nerazî
demijmêr 9’ê sibê heya 11’ê pêşnîvro li hember îdareya giştî a Perwerdê rûniştin
û dirûşma “Mucriyê Idalet, Xicalet Xicalet”(Birêveberê edaletê, Şerim bike Şerim
bike), didan.
Mamostayên xanenişînkirî yên
Kirmaşanê di dawiya nerazîbûna xwe de heya 14.05.2008’an, derfet dane
karbidestên Wezareta Perwerde ya Kirmaşanê bona cîbicîkirina daxwazên wan û
ragihandine ku heke heya wê demê rewşa wan nehê rohnkirin, dê nerazîbûna xwe
bidomînin. |