Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Îran Binêşa Pirsgirêkên Rojhilata Navîn

 

Kirîza ku zêdetirî hefteyekê ye rastî dewleta Lubnanê hatiye, hindî ku diçe xurttir dibe. Di vê derheqê de, Serok Komarê Amerîkayê Buş beriya ku gera 5 rojî a xwe ji bo Rojhilata Navîn dest pê bike gef ji dewletên Îran û Sûriyê xwar ku dest ji destwerdan di nava kar û barên hundirê Lubnanê berdin. Wî got Civata navneteweyî nahêle ku rejîmên Îran û Sûriyê

Lubnanê bixin bin destê xwe û siyasetên xwe li wir peya bikin.

Buş di hevpeyvînekê de bi beşa Erebî ya BBC’yê re anî ziman ku rejîma Îslamî a Îranê binêşa pirsgirêkên Rojhilata Navîn e û got ev rejîme astengeke mezin li ser rêya aştî û tenahiya herêmê ye. Herwiha Wezîrê Karê Derve yê Erebistana Seûdî Îran li ser kiryarên wê yên maytêkirinê li Lubnanê û piştgirî ji Hizbulahê hişyar kir û ev kiryara Komara Îslamî bi xurtî şermezar kir.

Kirîza vê dawiyê ya Lubnanê demekê dest pê kir ku dewleta vî welatî sêşemiya heftiya borî kanala telefona Hizbulahê rawestand û Wefîq Şekîr, endamê Girûpa Emel û berpirsiyarê balafirgeha Beyrûtê pejirand. Lewra Hesen Nesrula dewleta Lubnanê ev kiryara dewletê wekî îlana şer da zanîn. Di rastî de ev helwesta Hizbulahê tenê hêcetek bû.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Şemî, 15’ê Pûşpera 1387’ê Rojî