Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Şandeke PDK Îranê Bi Serokatiya Hesen Şerefî, Cîgirê Sekreterê Giştî Yê Partiyê Serdana Parleman Û Wezareta Karê Derve Ya Fînlandê Kir

 

Rêzdar Hesen Şerefî, Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê di sefereke çend rojî de ji bo welatê Fînlandê çend hevdîtin û çalakiyên dîplomatîk ên girîng tevî navendên desthilatdar ên vî welatî weke Parlamento û Wezareta Karê Derve û her wiha Medyayên Fînlandê pêk anî.

Birêz Şerefî bi alîkariya Komîteya partiyê li vî welatê dê bixebite ku bi Kurdên niştecih ên Fînlandê, endamên PDKÎ û malbatên wan û herwiha navendên berevanîkirin ji mafê mirovan û îdareyên hikûmetî bicive û dê bûyerên herî dawî ên Kurdistanê, Îran û herêmê û siyasetên PDK Îranê ji bo civaka Kurdî û navendên xwedî biryar di

pêkhateya dewleta Fînlandê de şîrove bike. Hesen Şerefî bi van xebat û hewldanên xwe ên dîplomatîk dê xebatê bike ku bala wan aliyan bikişîne ser pêvajoya xebata bêwestiyan a gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û piştgiriya wan bikişîne aliyê Kurdan.

Roja sêşem 13’ê Gulana 2008’an, rêzdar Hesen Şerefî beşdarî konferanseke çapemeniyê bû ku Navenda Nûçegihanî a Fînlandî (SST) ji bo wî lidar xistibû. Di vê konferansa çapemeniyê de Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê bi hûrî û berfirehî bersiva pirsên nûçegihanê SST’ê  da û diyar kir ku Partiya Demokrat daxwaza Îraneke Demokratîk û Federal dike ku têde êdî welatiyê/a derce yek û derece du nemîne û çi din em serdestbûna neteweyekê nebînin. Şerefî ji beşdaran re şîrove kir ku di Îranê de 6 netewe dijîn û mixabin ji bilî neteweyekê, tu yek ji neteweyên din ku Îran pêk anîne û zêdetirî nîva nifûsa welat pêk tînin, mafê xwendin bi zimanê dayîkê ê xwe tu ninin û heta mafê parastina çand û kultura û bihayên neteweyî ên we jî ninin.

Heppeyvîna han a birêz Şerefî 1 seet dom kir û qirar e ku di derfeta herî nêzîk de dê bi tevahî ji bo raya giştî bihê belavkirin. Hêjayî gotinê ye ku di nûçeyên nîvroya wê rojê de, medyayên Fînlandê bi berfirehî cî dan vê hevpeyvînê û naveroka axavtinên Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê û çend dezgeên ragihandinê gera wî weke sefera yek ji rêberên Kurd ji bo Fînlandê hesibandin.

 

Serdana Parlemana Fînlandê

Piştî beşdariya birêz Şerefî di Konfernasa Çapemeniyê de, navhatî tevî şandeke PDK Îranê serdana Parlamentoya Fînlandê kir û bi berpirsiyarê Komîsyona Mafê Mirovan a Parlemana Fînlandê, birêz Taypo Kontola û du kes ji hevkarên wî re hevdîtin pêk anîn û beşdarî civînekê li ser rewşa mafê mirovan li Kurdistan û Îranê bû.

Di civîna heyeta PDK Îranê tevî şanda Komîsyona Mafê Mirovan a Parlemana Fînlandê de, rewşa dawî a binpêkirina mafê mirovan di bin desthilatdariya Komara Îslamî hate şîrovekirin û her du aliyan siyaset û helwêstên xwe derheq rewşa nebaş a mafê mirovan di Îranê de bi hûrî û berfirehî xistin berbas.

Kantona serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Parlemana Fînlandê di axavtina xwe de armancên komîsyona han ji şanda partiyê re şîrove kir û got ku em kêfxweş in ku me karî ye ji zimanê kesekê ku li Kurdistanê ve hatiye zanyariyan li ser rewşa mafê miroban li Kurdistan û Îranê werbigirin û piştre çendîn pirs raberî Hesen Şerefî kirin û wî jî bi berfirehî bersivandin.

Rêzdaran Mecîd Heqî, endamê Cîgirê Komîteya Navendî a partiyê, Xalid Mehebadî berpirsiyarê Komîteya PDK Îranê li Fînlandê, Cehanbexş Xalidî endamê rêveber yê Komîteyê û Ejîn Rezabî Endama Rêveber a Yekîtiya Ciwanan di vê serdanê de hevrêtiya birêz Şerefî dikirin.

 

Serdana fermî ji Wezareta Karê Derve a Fînlandê

Her roja sêşem, 13’ê meha Gulana 2008’an, bi serdaneke fermî Kekê Hesen Şerefî û şanda pê re serdana Wezareta Karê Derve a Fînlandê kiriye û tevî berpiriyarên Rojhilata Navîn û Îranê di vê wezaretê de hevdîtin pêk anîn û ji aliyê Ansî Leynu û hevkarên wî re hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtina şanda PDK bi berpirsiyarên Wezareta Karê Derve a Fînlandê re, Şerefî gellek bi ronî û xuya siyasetên Partiya Demokrat ji bo pêşeroja Kurdistan û Îranê ji wan re ragihand û got, me weke hêzeke demokrasîxwaz û azadîxwaz baweriyeke kûr bi serbestiya mirov heye û ji bo mafên xwe ên neteweyî dixebitin. Çavnihêriya me ji dewletên demokratîk û pêşverûxwaz eva ye ku aliyê kêm alîkarî û hevalbendiyê bi dîktatoran re nekin û eva dikare daxwaza me ya herî biçûk be ji we dewletên demokratîk ku baweriya we bi demokrasî û azadiyê ji bo mirovan heye.

Berpirsiyarê Beşa Rojhilata Navîn li Wezareta Karê Derve a Fînlandê jî nigeraniya xwe weke dewleta Fînlandê li dor rewşa zal bi ser Îranê anî ziman û got em weke YE’ê aliyê kêm heftiyê carekê pêdeçûnê bi ser bûyerên rojeva Îranê dikin û weke YE’ê jî helwêst, pêşniyar û heta agahdarkirinên xwe jî di daxuyaniyên fermî de ji desthilatdarên Îranê re îlan dikin.

Birêz Ansî ji aliyê Wezareta Karê Derve a Fînlandê ve kêfxweşiya xwe bi hatina birêz Hesen Şerefî anî zimên ku ev derfete hatiye holê ku agahdarê rastiyan ji zimanê çavkaniyeke cihê bawerî û rastiyê û herwiha dost bûne.  

Hevpeyvîn tevî Kanala 4 ya  Fînlandê

Her roja 13’ Gulana 2008’an, Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê, Hesen Şerefî beşdarî hepeyvîneke kanala 4 a Fînlandê bû ku kanaleke sernaserî ye. Di vê hevpeyvînê de jî birêz Şerefî bal kişande ser  guhartinên vê dawiyê ên Îran û Kurdistanê û pirsên pêşkêşkarê vê televîzyonê bersivandin.

Xebat û çalakiyên Hesen Şerefî, Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê li Fînlandê berdwam in.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Yekşem, 30’ê Pûşpera 1387’ê Rojî