|
ku kurê wan xwe kuştiye! Piştre
hêzên ewlekarî yên rejîma Îslamî termê Îbrahîm Lutfulafî bê agahdariya malbata
wî, di goristana bi navê Biheşta mihemedî a Sine de veşartin.
Malbata Îbrahîm Lutfulahî, bona
xuyakirina nerazîbûna xwe derheq kuştina bi guman ya kurê xwe li dadgehê doz
vekirin û bi rêya parêzerên xwe doz dişopandin. Niha serbarê hewlên malbat û
parêzerên Lutfulahî, Dozgeriya Giştî û Dadgeha Şoreşa Îslamî a Sine, biryara
pêşîgirtin ji bikujên şehîd Îbrahîm Lutfulanî der kiriye.
Salih Nîkbext, parêzerê malbata
Şehîd Îbarhîm Lutfulahî, di hevpeyvîna xwe a tevî malpera“Dw-wold”ê re got: “
Lpirsînerê taya 3 a Serdozgeriya Giştî û Dadgeha Şoreşa Îslamî a Sine sedema
dana biryara han divegerînin ser vê çendê ku bijîşkê yasayî gotiye Îbrahîm
Lutfulafî, ji rêya xwekujiyê ve canê xwe ji dest daye û lewra tu kes di kuştina
navhatî de tawanbar nine! |