|
Hejmara nû ya Agirî |
|

|
Agirî rojnameya panzdehrojî ya
siyasî, çandî û giştî ye. |
|
|
|
|
Kuştin Û Birîndarbûna Sê Kesên Din Li Devera Selmasê
 |
Dîsan seba êrîşa hovane a hêzên
rejîma Îslamî a Îranê li devera Selmasê, sê kesên din ji xelkê sivîl yê dedvera
han tên kuştin û birîndar dibin.
Navenda Nûçeyan ya PDK Îranê da
zanîn roja 12.05.2008’an, hêzên tepeserker ên rejîma Îslamî, di devera Soma
Biradost a Selmasê, (di navbera gundên Kanî Sipî û |
|
Ebdîbeg)de kesekî bi navê
Bextiyar Ceferî, temen 29 salî û xelkê gundê Kanî Sipî’yê dikeve ber êrîşa
guleyên wan û navhatî hate kuştin. Hêzên rejîma Îslamî di kiryareke din de her
di wî ciyî de du kesên din bi navên Selahedîn Çapna, temen 27 salî û Ferşad
Nîkzad, temen 19 salî didin ber êrîşa guleyan û wan bi xurtî birîndar dikin.
Du kesên navhatî xelkê gundê Hursîn
a bajarê Selmasê ne û niha di nexweşxaneya bajarê Urmiyê de hatine razandin.
|
|
|
.::
wê rûpelê
ji hevalek
xwe re bişînin ::. |
|
|
|