|
2009-11-10
Kurdistanmedia: Roja 7ê Çiriya Paşîn a 2009’an, heyeteke PDKÎ bi serperestiya
Heseh Şerefî cihgirê sekreterê Giştî yê partiyê serdana binkeya Partiya
Demokrata Kurd li Sûriyê (El Partî) kir û ji aliyê şandiyên partiyên Kurd li
Sûriyê pêkhatî ji: Mistefa Îbrahîm nûnerê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El
Partî), Mehmûd Mihemed (Ebo Sabir) nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li
Sûriyê (Yekîtî), Dr. Mehmûd Erebo nûnerê Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê bi germî
hat pêşwazîkirin.
Heyeta her çar partiyan di axavtinên xwe de behsa rewşa Kurd bi giştî kirin û
herwiha behsa aliyên têkildar yên pirsa Kurd û pêşveçûna bizava rizgarîxwaza
gelê Kurd ku bi hêzên siyasî û xebatkar ên her yek ji perçeyên Kurdistanê bi
dest hatiye, bi nîşana jordeçûna hesta hişyariya gelê Kurd hat hesibandin û
zanebûn û têgihîştina civatên xelkê Kudistanê zaminê serkevtinê hat zanîn û
yekdengî û yekhelwêstiya Kurdan ji bo pirsên çarenivîssaz yek ji fakterên din ên
bi bandor hat hesibandin.
Hêjayî gotinê ye ku her sê partiyên siyasî yên Kurd li Sûriyê helwêstên siyasî û
neteweyî yên PDKÎ wek hertim bi giring zanîn û pêdagirî li ser dostîniya navbera
xwe digel PDKÎ de kirin.
 |