|
Hejmara nû ya Agirî |
|

|
Agirî Duheftînameya
siyasî, çandî û giştî ye. |
|
|
|
|
Li
Tirkiyeyê TV dê bikaribin 24 saetan weşana bi kurdî bikin
 |
2009-11-14
Rêziknameya RTUK'ê ku televîzyon û radyoyên taybet dikarin bi zimanê cuda weşanê
bikin, di Rojnameya fermî de hate weşandin. Li gorî rêziknameyê êdî dê
televîzyon û radyo karibin 24 saetan bi kurdî weşanê bikin. Li gorî rêziknameyê,
piştî radyo û televîzyonên taybet ji Lijneya Televîzyon û Radyoyê (RTUK) destûr
girtin dikarin bi zimanên cuda û bê dem (24 saet) weşanê bikin. Her wiha dîsa di
weşanan de nivîsa tirkî ya binnivîs û vergerandin |
|
jî hate rakirin. Di rêziknameyê de di televizyon û radyoyan de riya
bernameyên perwerdehiya zimanê kurdî jî hate vekirin. Lê heya destura RTUK'ê
neyê girtin, nikarin bi zimanên cuda weşanê bikin. Dezgehên ku destûra wan
tunene, dikarin fîlm û mûzîkê biweşînin.
Çavkanî:Diha-Amidakurd |
|
|
.::
wê rûpelê
ji hevalek
xwe re bişînin ::. |
|
|
|