Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Jin

 

Adar Jiyan

adarjiyan@mynet.com

Xweza dişibe dayikeke hilberîner bidiramet(bibereket). Ew, xwe bi xwe zaye; belê her tişt jî ji wê dizê. Ji bo wê, mirov bi hêsanî dikare bibêje ku di navbera xweza û jinê de hevahengiyeke xurt û beramber heye.

Di navbera mêr û mêrîtiyê de ji lêkdan û pevçûnek tund û dijwar û lêkneker  heye. Çawa bû serdest û desthilatdarên dine raselitî ser hemû xweşikiyên xwezayê bûne/dibin û hin bi hin wê ji bedewiyên wê bi dûr xistine/dixin. Mêr û mêrîtî

(mêr(h)ov) jî  jinê (jînê) têk dibe û wê ji xwezaya wê bi dûr dixe. Her wisa, çawa ku xweza ji hêla stembarî û desthilatdariyên dinê ve tûşî êrîşen hovanê tê, jin jî bi heman awayî, tûşî êrîş û çewsandinên mêrê hoveber ê ku wê bi xwe welidandiye, dibe.

  Parastina xwezayê, rasterê girêdayî parastina jiyana jinê ye. Jin bi xwe jiyan e û jiyan bi jinê re vejiyaye/vedije. Carekê jin bi hemû xwebûn siruştiya xwe, bi xwe û xwezaya xwe re li hev e. Belê mêrîtî dijmin û dijberê xwezayê û her wiha pozber û hemberê jin û jiyanê ye. Jin,  aştî, aramî, hevahengî û sebr û semax e. Belê  mêr û mêrîtî jî  dûgel/dewlet, serdestî, desthilatdarî qeyserî…û hwd  e.  Îcar gava ku mirov vê arîşeya mirovahiyê ya dîrokî  bi awayekî rastîn hilde dest, ne jina bindest hay ji vê rewşa xwe ya kambax heye û ne jî mêrê serdest zêde arasteyî xwe dibe ku bi hevkariyeke xurt azadiya xwe û jinê pêk  bîne. Ji bo wê her ku diçe gelemşebûn vê pirsgirêka jinê ji rastiya xwe bi dûr dikeve û bi hezaran sal e ku ev pirsgirêk wekî girêkeke kor di nav destê mirovahiyê de diçe û tê. Dixuye ku dê ev pirsgirêk tu carî  bi hêsanî neyê çareserkirin.

 

  Bêşik, her rihber parçeyekî xwezaya jîndar e û li gorî şert û mercên ku tê de dijî, hebûna xwe dikudîne. Wekî hemû tiştên mê, jin jî bi hemû afirînerî û behredariya xwe dayiktiya mirovahiyê dike. Belê ev dayik,  ligel pîrozwerî û payedariya xwe ya bêhunkûf mixabin di destê mêrîtiya serwer û hoveber de li bêqîmetî û serberjêriyê dageriyaye. Rewşa dayikê bûye rewşa mirovê/a nankor ku piştî xwarinê rabe tif binê sênîka(teyfika) ku xwarin tê de xwariye, bike.  Bi gelemperî îro jin û mêr  herdu jî bi sinc û exlaqê mêrîtiyê hatine rapêçandin û bi dayiktiyê  re xiyanetê(xayîntiyê) dikin. Ev yek, nemaze di vê serdema pêşketî û kemilî de ji bo mirovahiya îroyîn  bextreşî û rûreşiyeke  mezin e.  Her çendî ku der barê vê yekê de gelek kes û rêxistinên bi bîr û biryar  û hestyar hebin jî zêde deng venade û di bin bandora feraset û karesata mêrîtiyê de dimînin.

 

  Îro jin dibe, mêr dibe, gelek kesên aqildar û ji xwe razî(!), jinê wekî berpirsiyarê vê rewşa malwêranker dibînin û dîsa bi çavê mêrîtiyê li pirsgirêka jinê dinihêrin. Tu carî hest û hizra jinê li ber çavan nagirin. Li gotin û vegotinên jinê guh nadin. Kî ser navê jinê daxivin. Heke mêr bin, jinê sûçdar û tawanbar dibînin. Heke jin bin, gazincan ji jinê dikin û wê didarizînin. Bo nimûne, li gel ku têgiha “namûs”ê ji hêla mêr ve derketiye holê, jin  radestî vê têgihê dibe û tevahiya cest û hestên xwe, ji bo xatirê mêr diparêze. Tu carî jinê namûsa xwe wekî ayidê xwe nedîtiye. Ligel ku ew bi her awayî ji mêrê tolaz bi edebtir û namûstir e jî, qet di xwe de nefikiriye; berevajî wê an di bav û birayê xwe yên  serdest, an mêrê xwe yê zordest an jî lawê xwe yê ku wê bi xwe ew welidandiye de fikiriye. Ango jin her gav ji serwer  xwe re xizmet kiriye û bi kujerê xwe hemiliye.  Heta, li şûna ku bixwaze hemcisnê xwe(keçikekê) her gav dixwaze dijberê xwe(lawikekî) biwelidîne. Jixwe yê ku ew xistiye vî halî û ew perîşan kiriye/dike jî tenê ew lawê ku wê bi xwe ew aniye dinê ye.

  Gotina dawî, heta ku jin azadiya xwe di ser her tiştî û nirxî re negire û jiyaneke azad û serbixwe wekî namûsa xwe nebîne û nepejirîne;  her wiha heta ku mafê xwe yê jiyanî bi dest nexe, ne azadiya wê û ne jî azadiya mirovên ku ew bi xwe wan diwelidîne, bi dest dikeve. Azadiya jinê bi qasî jiyana jinê girîng û çarenîn e. Û azadiya mirovahiyê jî bi qasî azadiya jinê…

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Yekşem, 30’ê Pûşpera 1387’ê Rojî