|
Dîroka
mirovahiyê bi qasî dîroka şaristaniyê qedîm e. Ango dem û domana şaristaniyên
qedîm bi mirovahiyê re hemsal e. Mirovahiya ku şaristaniyên qedîm afirandiye,
tenê li hember xwezayî û afirînekên ku di goşa wê de dijîn, serî hilnedaye, her
wiha ji bo ku ji xwezayê jî sûd û fêdeyê werbigire têkoşiyaye û bi nasandina wê
re serê xwe êşandiye.
Mirovahiyê,
pêşî bi dorhêla xwe ya nêzîk dest bi lêpirsîna jiyaneke aram kiriye û peyre li
çar nikarê erdzemîna ku li ser dijî, belav bûye û ketiye nav lêgerînên domdar û
dûvdirêj. Hin bi hin nasdarî axê û candar û giyanberên ku li ser axê dijîn, nas
kiriye û jiyana xwe spartiye ax û avê. Ax û av li ku bûne, xwe gihandiye wan û
dest bi ked hilberîna jiyanê kiriye. Peyre arasteyî jiyaneke aramtir û têkûztir
bûye. Ev doman bûye destpêka şerdekirin û şarezabûna mirovan û jiyana wan civatî/civakî.
Paşê ketiye nav hewldanên dansîna gerstêrka ku di nava asîmanê heftan de bêstûn
û bêsinêde li hawirdora rojê digerin, bûye.. Bi vê yekê jî nayê ser, dikeve nav
guherîn û veguherîna rojek tê, gerstêrka ku li ser dijî biçûk dibîne û bitimtêl
li rêzemîna jiyan û cîhaneke nenas digere. Û rojek tê hildipeke fezayê, xwe li
ser hîvê dibîne.
Zanîn
û zanyariyên ku wekî bingeha van pêşveçûn û nûvedaniyên bêsînor têne dîtin, her
wext ji perwerdehî û şarezabûna mirov re jî bûne/dibin navgîn. Û ev zanîn û
teknolojiya bêdeman îro ji her wextê bêtir rol û rista xwe ya dîrokî dilîze.
Zanîn û teknolojiya îroyîn gelek pêngav û
nûvedaniyên
nû di xwe de dihewîne. Geşedaniyên zanistî yên ku derfet û pêkaniyên mezin didin
pêşveçûna teknolojiyê, di kûrahiya fezayê(asîman) de riya jiyaneke nû li ber
mirovahiyê vedike. Bi awayekî vekirîtir pêkan e ku ev şarezahî û zanatiya
gerdûnî temenê mirov dirêjtir bike û rojekê ji mirina mirov re li çareseriyekê
bigere.
Ligel
hemû pêşveçûn û şaresitaniyên gerdûnî, îro ro li ser rûyê erdê gelek nanokî û
têkeliyên berbiçav jî hene. Bo nimûne, li aliyekî dinê mirov hildipekin fezayê
ku li wir cih û warekî berfirehtir û aramtir ava bike an bibîne; li aliyekî din
bi milyonan mirov bi hesreta dilopek av û geza nên dijîn. Hemin ku mirov li
aramiya xwe digere, divê ku pêşî mirovahiya cîhanê ku îro wekî malbateke mezin
tê dîtin têr û bertêr bike. Heta ku bi gelemperî mirovahî ji tî û birçîbûna rojê
xelas nebe, ne hilperîna asîmên û qevastina ser hîvê fêdeyê dide û ne jî
aramiya wê ya ser rûyê erdê pêkan dibe. Ji lewre şerdebûn û şaristanî tevahiyê
dixwaze û tevahiya şaristaniyê jî li ser hîmê gerdûnîbûneke tevayî ava dibe.
Yanî, bi kurtayî aşbûn û arambûna jiyana mirov seranser girêdayî yeksanî û
hevpariyeke gerdûnî ye.
Perwerdehî,
ji ber ku tevê jiyana mirov dagir dike û hemû liv û tevgerên mirov durist dike,
pêdivî û pêwendiya her mirovî/ê rasterê bi perwerdehiyê heye. Zayend, nîjad,
çîn, ol, bawerî hest, raman, rewş, kar, pîşe, zanav, temen û kesayetiya mirov
çi dibe bila bibe divê pêşî were şerdekirin û perwerdekirin. Cih û warên ku
teknolojiya dinê digihêjinê hemû qadên perwerdehiyê ne. Wekî ku li jor jî hate
diyarkirin, îro ev rûzemîna ku mirovahiya cîhanê jiyana xwe li ser dikudîne,
bûye nola gundekî biçûk û mirovên vê erdzemînê jî bûne endamên malbateke mezin.
Ew mirovên ku rûdan û geşedaniyên dinê di heman gavê de dibihîsin û dibînin,
dikarin şêwirdarî alîkariya xwe xurtir bikin. Dikarin pirsgirêkên xwe yên
gerdûnî guftûgo bikin û çareseriyê hêsantir bikin. Dikarin bi saya lav û
amrazên teknolojiyê, hevdû perwerde bikin û arîşeyên navbera xwe bi awayekî
zaneyane çareser bikin.
Ligel
ku mirov wekî ruhberê herî kamil û kelbeng tê hesibandin jî, mixabin îro
jiyanberê herî xisaram, ziyankar û hoveber mirov bi xwe ye. Ango tu lewir û
ajalên hov û kovî nikare bi qasî mirov ji ber xwe hilîne û xwe bêtore bike.
Sedema vê yekê ne bêperwerdehî ye; perwerdehiya neyinî ye. Yanî perwerdehiya ku
mirov arasteyî liv û bizavên heywanî dike û mirov dadixe pileya lewirtiyê…
Hemin
ku mirov heyînê herî berz û pîroz e; nexwe divê ku li gorî vê pîrozweriya xwe
were şerdekirin û perwerdekirin. |