|
Bingeha Lîberalîzmê:
Her
weke wateya xwe, Lîberalîzm peyveke nû ye. Di rastî de peyva Lîberalzmê ji navê
partiyeke siyasî li Îspaniyayê hatiye wergirtin, Lîberalên ku di destpêka
sedsala 19’an de alîgirê damezrandina hikûmeteke meşrûte di Îspaniyayê de bûn.
Lîberalîzm, piştre di nava dewletên Ewropayî yên din de kete ser ziman û ji bo
binavkirina hikûmet, partî, siyaset û ramanên ku alîgirê azadî û dijberê
zordariyê bûn, dihat bikaranîn. Li hember sîstemên felsefî de, Lîberalîzm weke
sîstemeke girêdayî(pabend) bi usûlên neguher nahê zanîn. Lîberalîzm dikare bi
awayekî kûr û berfireh amêzgehek li ser jiyan û pirsgirêkên wê bihê zanîn ku li
ser bihayên weke azadiyê ji takekes, kêmanî û neteweyan re, tekez dike.
Lîberalîzm, rêya azadiyê:
Yek ji xisletên berçav yên Lîberalîzmê bawerî bi hebûna azadiyê ji bo gihîştin
bi armancên dilxwaz di çaxekê de ye. Di rastî de hayderê rastîn yê Lîberalîzmê,
di dijberî tevî zordariyê de nigeraniya kûr a Lîberalîzmê ji azadiya takekesî re
bû. Îca çi zordarî ya dewletê be yan ji aliyê dêr û partiyên siyasî. Bingehên
exlaqî û kerameta zatê mirov, eslên bingehîn ê Lîberalîzmê ne. Li gor wan eslên
han, riftar tevî meriv, divêt ku li gor zatê mirovahiyê be, ne şibê alavekê ji
bo pêşdebirin û bi armancgihandina xwezî û berjewendiyên xelkê mifah jê bihê
standin. Azadiya siyasî ya takekesî, li gor carnameya Firansayê ya mafê mirovan
wiha tê: “Hinira kirina kar ku ji tu kesekê re zirar tune be. Çarçoveya wê jî
tenê qanûn kifş dike”. Lîberal gihîştine vê baweriyê ku jiyana bê azadî tu
bihaya wê tune. Her ji ber vê çendê ye jî ku hertim dixwazin meriv ji zext û
neçarkirinên ne adîlane û berlêgir rizgar bikin ku hikûmet, rêxistin û
kevneşopan bi ser de sepandine. Merivê otonom û serbixwe divêt ku azad be, heta
ku bikare karê xwe hilbijêre, ramanên xwe bîne ziman, neteweya xwe biguhere û li
cihekê here cihek din. Li gor gotina L.T Habhaws: “Lîberalîzm, hebûna baweriyê
bi vê çendê ye ku civak dikare bi awayekî xatircem li ser desthilata xwe
rênûmayîkirina kesayetiyê mikûm be”. Azadiya civatan e ku pêwendiyeke nêzîk tevî
azadiya takekesan heye. Lîberalîzm parêzerê mafê damezrandina civatên siyasî,
civakî, aborî, olî û çandî ye ku pêşdebirin û bidestveanîna berjewendiyên berheq
û rewa yên endamên xwe, bi armancên xwe girtibin. Li dijberiya tevî neçariyên ku
desthilata zal disepêne, mirov di nebûna azadiya civatan de, tenê û bêpiştevan
e. Bi hêza serhildayî ji desteyeke hevgirtî ji mirovên hevdil û hevbîr e ku her
kes dikare li hember newekhevî û zordariyê de raweste.
Lîberalîzm û wekheviya hiqûq:
Wekhevî
yek ji eslên bingehîn ê Lîberalîzmê ye. Xwesteka Lîberalîzmê wekheviya mirovan
di herdorê de bûye. Helbet divêt eva jî bihê berçav girtin ku wekhevî nahê vê
wateya ku mirov hemû xwediyên karîn(hêz), fêmkirina exlaqî û balkêşbûna takekesî
ya wekhev in. Belku merem ji wekheviyê, hebûna mafê wekhev li beramber qanûnê û
azadiya medenî ye. Tu qanûnek nabe cudahiyan li ser parek ji xelkê bisepîne û li
hember de jî hin îmtiyazan bide deste yan girûpek taybet. Qanûn divêt hertim çi
ji dayîna ceza û çi di piştevanîkirinê de, ji hemûyan re wekhev be. Lîberalîzmê
li dijî hin îmtiyazan ku ew bi astengên li ser rêya pêşdeçûn û kemilîna takekesî
dihesibandin, dest avête şereke bê eman û berfireh, îca imtiyazên han çi bi
hegera zayîn, heyîn(mal), nejad û ramanê yan, çi bi hegera zayendî bin. Tevî
pêşdeçûn û berfirehbûna Lîberalîzmê, esla wekheviyê ew qas berfireh bû ku mafê
wekhevî di dengdanê de ji hemûyan re di nava xwe de cih da. Xwesteka
Lîberalîzmê ya îro avakirina civakekê ye ku tê de her kesê derfetên wekhev
hebin. Heta ku bikarin piraniya kêrhatîbûn û heyînên xwezayî yên xwe nîşan
bidin, çi ev karîn biçûk bin an mezin.
Lîberalîzm û hikûmet:
Bandora bingehîn û herî girîng a Lîberalîzmê li ser hikûmetê weke navendeke
bingehîn û xwedî desthilat di civakê de bûye. Merema bingehîn ya hikûmetê di
dîtingeha(nêrînên) Lîberalan de, parastina wekhevî, azadî û ewlehiya welatiyan
e. Ji ber vê çendê, hikûmetên Lîberal, çi di çaroveya paşatiyê de bin û çi
komarî, li ser bingehê qanûnê ne, qanûnek ku pejirandiya wan nûner û
qanûndaneran e ku di hilbijartineke azad de hatibin hilbijartin. Li gor vê
çendê, dîtingeha Lîberalîzmê tenê hikûmetekê meşrû û berheq dihesibîne ku li
gor rezamendî û xwesteka welatiyan be ku hikûmetê pê ktînin. Lîberalîzm ji bo
parastin û piştevanîkirin ji mafê welatî û kêmaniyan buhayeke zaf dide kêmkirina
desthilata hikûmetê. Mafê han ku bi mafê weke azadiyên sivîl, mafê xwezayî û
mafê mirov tên nasîn û li gor daxuyaniya serxwebûna Amerîkayê, mafê jiyan,
azadiyan û serfiraziyê hatine naskirin û li gor daxuyaniya Firansayê ya mafê
mirovan azadî ya xwedîbûn(malikiyet), ewlehî û berxwedan li hember zulm û zoriyê
ye. Mafên han cîhanî ne û nahên binpêkirin û jê standin. Derheq welatiyan de
hemû kiryarên hikûmetê divêt li gor xwestekên qanûnê bin û heke bihên
binpêkirin, dezgehên serbixwe yên dadweriyê divêt pêşiyê jê bigire. Dewleta
Lîberal ne dewleta Xwedê, ne dewleta fermanderên Romî yan hikûmeta totalîter,
wedî mafê xwedêtiya paşayan, dewleta binkeya leşkerî (Nizamî) û dewleta
zorxwazên komonîst û faşîstan e. Dewleta Lîberal Hikûmeta qanûnê ye, ne hikûmeta
mirovan.
Lîberalîzm û azadiya ramanê:
Azadiyek
ku ji hemû azadiyên din giranbihatir e, azadiya raderbirîn û ramanê ye.
Lîberalan baweriyeke kûr hene ku hemû raman heta amanên nedirust jî divêt ku li
gotin û xuyakirinê de azad bin. Çiqas raman hebûne ku bi giştî nedirust hatine
hesibandin, lê piştre rastî û dirustiya wan derketiye û hatiye pejirandin.
Serbarê vê çendê nîqaşa dengan dibe ramana heq û rastiyê. Ji ber sedemên han e
ku hertim Lîberal di rêza yekem a tevgerên alîgirê jinavbirina sansorê de cih
digirin. Îca seranser çi bi awayê fermî be, çi nefermî, ji ber ku ew Sansor
kospeke bingehîn li ser rêya pêşdeçûna mirovan dihesibînin.
dadwer Olîver Wêndêl Holmz pirsa azadiya ramanê bêtir şirove dike û dibêje: “Bi
dan û standina azad ya hizr û ramanê ye ku mirov dikare bigihîje başiyên
dilxwaz, ji ber ku baştirîn ezmûn û ceribîn rastî ye ku hêza xwe di bazara
rikeberanê ya ramanan de bipejirîne û rastî tenê bingehek e ji bo bi
armancgihîştina xwestekên mirovan”.
Lîberalîzm û aqilmendî:
Çavkaniya
girîng ya ku Lîberalîzm ji azadiya ramanê re dide, li gor wan ramana ye ku meriv
bi zat heybereke aqilmend e. Helbet merem ne eva ye ku mirov hertim aqilmend in,
belku mirad eva ye ku mirov hêza aqilmenbûnê heye. Lîberalan bawerî bi rastiyê
hene, rastiyekê ku bi aqil û li gor lêkolînên zanistî û cerbandinan dikare bihê
kifşkirin. Eva ku bi hêz û tekoşîna aqilmendiyê bi nav û deng e, bi
mifahwergitin ji eqil, hemû tevgeran, olî bin yan ne olî, dixe ber vekolînên
rexnegirane. Raya aqilmendan li ser zansitê di gava yekem de zelalkirin û
famandina zanistê ye. Ew eqil bi rênûma û birêveberê xwe dizanin, ne “wehî”e. Li
gor vê çendê her tiştek ku li ceribandinên eqil de serbilind der nekeve nahê
pijirandin, zor û desthilata wî tiştî çi qas mezin be, ne girîng e.
Lîberalîzm û ol (dîn)
Bi giştî Lîberal aqilmend in û ji ber vê çendê jî tiştek pêşde birine û
berfirehkirine ku mirov dikare nêrîna dinyayî ji ol were binavkirin. Bi hizra
Lîberalan, ol ramanek e weke hemû ramanên din ku tê pijirandin û Dêr jî organeke
dewletî ye ku divêt weke her organeke din bihê pejirandin. Her wek Lîberalîzmê
berevanî ji azadiya bê raman kiriye, wisan jî azadiya ramanê parastiye. Bi raya
Lîberalan gihîştin bi azadiya kemilî a olî hewceyî bi dinyayî yan jî ne
olî(sekolar)
kirina jiyana giştî heye. Lîberalan hertim û li her derê berevanî ji cudahiya
Dêr ji dewletê, perwerdeya giştî û ne olî, zewaca sivîl û yasayên izinder ên
telakê kirine.
Lîberalîzm û pêşdeçûn:
Bi
sedema nêrînên xwe yên dinyayî, Lîberalîzmê hertim dîtineke zindî bi jiyanê re
heye û ji mirovan re pêşdeçûn û serkevtinê dixwaze. Li gor esla han e jî ku her
gav di xebatê de ye ku cîhana em tê de jiyanê dikin, bi ciheke baştir biguhere.
Li dîtinên Lîberalîzmê de mirov nezan diwelide, ne xetabar û di seranserî jiyna
xwe de girêdayî bi atmosfera wê civakê ye ku berhema nezanîn, şaşî û
newekheviya pêşîniyan bûye. Li gor vê çendê, ne hewce ye ku ji bo çêtirkirina vê
rewşê, em zanistên xwe jorde bibin û zêdetir bikin, belku ji bo zelalkirinê
bixebitin û civakekê pêk bînin ku hayder û pêkînerê başî û bexteweriyê be. Rayên
han li ser tebîetê(xwezaya) mirovan û civakê tê wateya pêşdeçûn û serkevtinê ku
him wateyeke nû ye û him bi awayeke berçav Lîberal.
Wateya pêşdeçûn(geşekirin)ê ku di sedsala 17’an de wêneyeke tarî û ne xuya jê
hebû, di sedsala 18’an de bi vêrane hate holê û kete rojevê û piştre di sedsala
19’an de bû eslek ji eslên ramana nû. Li gor hizr(dîtin)a Lîberal, geşekirin
demekê hêdî û demekê bilez e û dibe sedemê guhertina sîstemeke nebaş a civakê
bo sîstemeke baştir, lê ne sîstemeke zêde baştir. Mirov hertim bi awayeke
wekehev, berdewam û neçar ji bo gihîştin bi şaristaniyeteke bêtir pêşde diçe,
pêvajoyek ku hertimî ye. Mirov tenê li rêya xebatê de ye ku dikare li ser rûyî
erdê jiyaneke baştir bi xwe biafirîne. Hebûna baweriyê bi geşekirina hayder a
Lîberalan li alîgiriya germ û gor ya wan ji hemû cure reforman bû ku civaka
çêtir ya pêşerojê çê dikin. Xwesteka Lîberalîzmê reform e.
Rêya Lîberalîzmê:
Xwezaya Lîberal, “Îdealîzm”ê tevlî berçavgirtinên zansitî dike. Ji armancan re
hin rênûma hene ku ji bo gihîştin bi encamên dawiyê tên bikaranîn. Di demekê de
encamên han bidest nakevin, belku yek yek û bi hişyarane û bi aramî, lê
berdewam.
Kesê Lîberal ne ew kese/a ye ku xewna derbazbûyekê ku tê de hemû tişt hêsan,
aram û dilxwaz in, bibîne. Her wiha ne kesek e ku xewna pêşerojekê bibîne ku tê
de civakeke tekmîl û hertimî bihê damezrandin. Dîrok, cih(şûn) û dem e ku bez û
rêya geşekirinê xuya dikin. Li ber nerevîna berdewam a geşekirina mirovan, rêya
Lîberalîzmê ye.
1- “Secular”: Dinyayî
Çavkanî:
Lîberaldemokrat, Can salvîn Şapîro
Werger ji Farsî bo Kurmancî: Serbest |