Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Perwerdehiya Mirov

 

ADAR JIYAN

adarjiyan@mynet.com

Perwerdehî, bi kurtayî wekî duristkirin û têkûzkirina liv û tevgerên mirov û edilandina şêwaza jiyana civakî tê ravekirin. Ligel ku gelek watedayînên cure bi cure û girêdayî wê rave û şîroveyên berfireh hatibin  kirin jî,  dîsa em dibêjin danasîna

 perwerdehiyê bi qasî pêdiviya wê girîng û çarenîn e.

 Di jiyana civakên dîrokî de du cureyên perwerdehiyê yên bingehîn pêk hatine. Yek, perwerdehiya bipergal û ya din jî perwerdehiya bêpergal e. Li aliyê din, gelek pispor û zanyarên perwerdehiyê, pêşketina hişmendiya mirov  bi perwerdehiyê ve girêdidin û vê yekê  wekî diviyatiyeke çarenîn dibînin. Pirên wan xwestine ku hemû endam û pêgirtiyên xwe bi awayekî xwerû û yekser perwerde bikin û bigihînin.

 Wekî tê zanîn, ligel ku gelek lewir û tebayên hovane bi saya perwerdehiyê têne kedîkirin û şerdekirin jî, em ê bêtir li ser giringiya perwerdehiya mirovan rawestin û der barê vê yekê dîtinin xwe derbibirin.         

 Îro mirov dikare bi saya peydekirin û jêmayên arkeolojîk, rewşa perwerdehiya civakên (mirovên) zemanê berê fêr bibe. Û peyre jî di zanîna bîrkarî(matematîk), avahîsazî(mîmarî), endezyarî, esmannasiyê(astronomiyê) de bigihîjin, li dibistan û perestgehên olî de perwerde dibûn. Heta pergala perwerdehiyê ji hêla wan ve dihate venihêrtin û kontrolkirin

 Di şaristaniya sumer û misriyan de ji bo ku zarok bigihên  û di xortanî û ciwaniya xwe de werin ser kar  an jî  bikaribin  karê karmendî, perwerdekarî û rêveberiyê bikin, diviyabû  ku pêşî fêrî xwendin û nivîsandinê bibin. Perwerdehiya îbraniyan bêtir giranî daye ser dahûrandina Tewratê û  ecibandina/pejirandina doktrîn û rêgezên wê. Dîroknasên Çînê,  behsa vekirina 100 dibistanên fikirandinê (ramanweriyê)  dikin ku 3 000  sal  berê (B.Z. bi 1000 salî) di van xwendigehan de gelek ramanwerên navdar perwerde bûne û gihane. Gelek dahûrandin û lêkolînên zanistî yên ku vê yekê diselmînin jî hene. 

 Her civak û civata dîrokî, ji bo ku hilberîna xwe zêdetir, aborî û hatiniya xwe xurtir û asta jiyana xwe bilintir bike, ketiye nav şardekirin û perwerdekirina mirovan. Û ji bo kes û mirovên ku di wê civatê/civakê de dijîn, di vê çarçoveyê de perwerde bikin, cehd û xebat daye. Bi vê egerê pergalên çiraxî û şagirtiyê hatine damezrandin û zarok û ciwan li gorî feraset û hişmendiya fermî hatine perwerdekirin. Şagirt û xwendekarên ku li gorî rêgez û azîneyên vê pergalê têne perwerdekirin jî bi lasayîkerî û texlîtkariyeke xurt hatine gihandin.

 Di doman û merhaleya perwerdehî û hîndekariya her civakekê de dibistan û zanîngehên hizrê(fikr û ramanê) hatine vekirin û gelek pispor û zanayên demê di van dibistanan de şarde û perwerde bûne. Pergalên rêveberiyê li gorî bîrdoz û ramana xwe pergaleke perwerdehiyê ava dike. Di sazgehên olî de (ango li dêr, mizgeft û hawrayan) qeşe û mele, li fêrgeh û zanîngehên zanistî jî mamoste û fêrkerên zana li gorî bîrdoza fermî hatine wezîfedarkirin. Û ev peyivirdarên  fermî, li gorî berjewendiyên serwer û rayedarên wê civakê dersê didin şagirt û xwendekarên xwe.  Belê hin caran jî gelek ramanwer û zanyarên dijber û muxalîf jî ji van dibistan û zanîngehên fermî derdikevin. Bo nimûne, rêber û zanyarên olî û felsefî yên mîna “Buddha”, Konfîçyus, Îsa, Mûsa, Hz. Mihemed, Karl Marks di van saziyan de gihane û kesên der û dora xwe li gorî fikr û ramana xwe perwerde kirine. 

 Hemin ku pewredehî wekî edilandina liv û tevger mirov tê dîtin, îcar divê ku  em bêtir têkilî giringiya bizavên mirov bibin û serê xwe pê re biêşînin. Her mirov li gorî şert û mercên ku tê de dijî, perwerde dibe an jî tê perwerdekirin. Ji bo wê divê mercên jiyana civakê û asta perwerdehiya mirovan baş bête nasîn û derfetên perwerdehiyê jî li gorî van şert û mercan werin amadekirin.

 Pewerdehî ne karekî demdemê, ketberê an jî tiştekî ji rêzê yê derêha ye. Ew, parçeyekî jiyanê û pêdiviyeke bênavber domdar û jênager e. Kar û hewldanên rojane jî tê de, tu tişt bêyî perwerdehiyê pêkan nabe û bi ser nakeve.  Ji bo wê, îro ji her demê bêtir hewcetî bi pîşekariya perwerdehiyeke zanistî û qada pisporiya wê heye.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 23’ê Banemera 1387’ê Rojî