|
Li
welatên paşmayî, berî ku civak were şardekirin û perwerdekirin, komek/desteyek
rewşenbîr ji hêla dewletê ve tên tê gihandin û perwerdekirin û ew rewşenbîr wekî
berdevk û parêzerê dewletê têne peywirdarkirin. Rewşenbîrên van welatan, ji
berjewendiyên civakê bêtir di berjewendiyên xwe û dewleta ku ew wezîfedarkirine
de difkirin. Taybetiya van rewşenbîran a herî balkêş xwe spartina hêz û xêzeke
xurt a desthilatariyê ye. Tu car li xwe danaynin ku nêzîkî civakê bibin û di
çareseriya pirsgirêkên gel de bifikirin. Wekî tûtiyên dewletê ne. Her gav hêzên
mîlîtarîst diparêzin. Berjewendiyên neteweyî ji xwe re dikin hincet û spartek.
Hestên civakê yên nîjadperest hişyar dikin û mêjiyê gel bi hizrên şovenîst
dijehirînin. Ji bo wan, mirov û civak ewqas ne girîng e; tiştê girîng hebûna
dewletê û domdariya pergala cihêwaz, layedar û otokratîk e.
Yeksanî
û wekheviya civakî li ba wan ne tiştekî rast û rewa ye. Bi wijdanê xwe naşêwirin;
di cuzdana/qewlikê xwe de difikirin. Li ber deriyê hêzên serdest û zoran
nobedarî û dergevaniyê dikin. Pênûsa xwe wekî şûrekî xwînî di riya şer û
şerûdiyê de bi kar tînin. Li gel ku tu havil û hewldanên wan ên sûdewar nîn in
jî, her gav bi serê sermiyan û serwerên xwe sond dixun. Ji bo ku di çavê wan
kevin hezar qulobinikan, didin xwe.. Qet qîmetê nadin gel û civakê, belê welatê
ku ji hêla gel ve hatiye parastin û avakirin pîroz û pîrozwer dibînin. Dikarin
tevê gel û civakê wekî bêbext û xayîn îlan bikin. Ji bo ku bikaribin ku ji xwe
re stargeh û aramgeheke rojane ava bikin, li nik hêzên leşkerî cih digirin. Ji
ber ku gotin û kirinên wan li hev dernakevin, ji hêla leşkeran ve jî wekî durû û
sextekar têne dîtin. Ji bo wê li her derê wekî qijikên beş dixuyin. Ji cil û
bergên leşkerî pir hez dikin. Ji ber ku bi hêz û vîna xwe ewle nabin, xwe
dispêrin hêza hêzên serdest û desthilatdar.
Ji ber
ku hiş û aqilê wan ne yê wan e, fikr û ramana wan jî tu car ne ji kîsê wan e.
Wekî
kûklayên(pêleystokên)
bê vîn û viyan in. Nikarin ji cem xwe de tiştekî biafirînin. Tiştê ku heye jî
diherimînin û heba dikin. Ji pirsgirêkên civakê re ker û kor in. Ji dengê aştî û
azadiyê direvin û guhê xwe digirin; belê aliyê din, derheqa karê ku ne karê wan
be jî devê xwe vedikin. Li cihê ku pest, kotek, zor û stembarî hebe, radibin
reqsê; belê li cihê ku behsa dad, maf û mafdariyê tê kirin jî an şiyaniyê dikin
an jî şînê dikêşin.
Rewşenbîrên
civakên paşmayî yên ku xwe dispêrên hêzên zoran, tu car li nik gel û civakê cih
nagirin. Ew, ji leşkeran leşkertir, ji polêsan polêstir, ji dozgeran dozgertir
in. Ji bo ku hin kesên xwedî erk, destê xwe di serê wan bidin û bi qerf û tinaz
bi wan şa bibin, heft qulobînkan didin xwe û xwe di zinaran werdikin. Dikarin ji
bo berjewendiyên xwe yên rojane gel û civakê tune bihesibînin. Newêrek û
bizdonek in. Bi tirs û tevdîr tevdigerin. Ji bo wê jî êrîşî kesên bindest û
bêhêz dikin. Êrîşkar in, ji bo ku xwe bixin çavê hêz û rayedarên demê şelafiya
dikin. Bi tengêla şerûd û şerxwazan dikevin, bi dengekî bilind diqîrin û li
defa hawarê didin. Belê li hemberî bêdadî û neheqiyê bêhis û bêdeng dimînin.
Rewşa
rewşenbîrên ku li nik civak û hemwelatiyên xwe cih digirin, qet wisa ye. Ew,
pêşî xwe perwerde dikin û peyre jî arasteyî civaka xwe dibin û mirov û
hemwelatiyên xwe hişyar û ronîdar dikin. Ji bo ku bikaribin xwe ragihînin,
radeya ronakbîrî û ronîdariyê cehd û hewldanên bêhempa dikin. Çimkî pîvang û
rêbazên ronîdariyê jî dijberî û muxalîfbûn bi xwe ye. Belê muxalîfbûneke çawa û
ji bo çi? Muxalîfbûna neqencî, xerabî û neyiniyiyê. Dijberî û muxalîfbûna
zordestî û desthilatdariyê. Dijberî û pozberiya çewisandin, tepisandin û
fetisandina dengê civakê ye.
Bi
kurtayî, rewşenbîrên civakên paşmayî tu car xwe ji bo gel tehl nakin û serê xwe
bi kêşe û arîşeyên civakê re naêşînin. Xwe li agirê xweş digirin û pariyê xweş
dixun. Bi rastî ew ne rerwşwnbîr in; tenê navê wan bûye rewşenbîr.
|