|
Her mirovê/a hişmend û aqildar ku
xwediyê hest û
hizrên
azadîparêz e, her tiştî li gorî
bîrdoza xwe rave û şîrove dike. Bi vê jî nayê ser, her tiştî li gorî dane û
nêzîktêdayînên xwe yên civakî disenifîne. Tu kes ranabe, nabêje, “dîlîtî û
koletî tiştekî baş e”. An jî “hewcedariya mirov bi azadiyê nîn e.” Na. Jixwe ev
tişt werin gotin jî zêde tu rêz û hêzê nabînin û ji hêla mirovan ve qet nayên
pejirandin. Çimkî hemû daxwaz û pêdiviyên mirov li ser nîgaş û pêşnûmayên erînî,
hatine/têne rikinandin. Tu mirov, di axaftin û vegotinên xwe de tiştên neqenc,
bêrê û beradayî pêşkêşî mirovahiyê nake. Ango tu kes naxwaze dilê mirovan ji xwe
bihêle û wan ber bi nexweşî û reşbîniyên jiyanê ve bidehifîne. Qene pêşî bi
zimanê xwe, wan li xwe vedihewîne û peyre jî wan diezimîne ser sifreya qinyat û
xweşbîniyê. Belê gava ku liv û dev (gotin û kirin) li hevdû dernakevin, qinyat û
xweşbîniyên beravêtî li inyad û reşbîniyên jiyanê yên rastîn dadigerin. Wê çaxê
bawerî û ewledariya mirov jî bi rû de diçin.
Wateya peyva azadiyê ji hêla
ferhengî ve teng û misoger; belê ji hêla têgînî ve guherbar û berfireh e. Lewre
azadî, him li gorî fikr û ramana mirov, him li gorî hest û derûniya mirov û him
jî li gorî şert û mercên jiyana mirov diguhere. Her çendî ku wateya azadiyê ya
ferhengî bi du-sê hevokan hatibe sînordarkirin jî, rastiya wê ya têgihî, bi
qasî ku di tu mêjiyan de nesitir e û nedebir e, kûr û bibergeh e. Ji ber ku
azadiya mirov, ji hêla wî/wê ve nehatiye tayînkirin, çendî ku ew li gorî hest û
hizra xwe, li gorî şert û mercên xwe rave bike jî dê kêm û
nuqsan bimîne. Ango, azadî her gav
ne qad û warekî arizî û xwesr e. Qadeke hevpar û giştî ye û tevê mirovahiyê
eleqedar dike. Çawa ku mirov, wekî takekesekî/ê bi serê xwe nikaribe bêyî civaka
xwe serbixwe û azad bijî, civaka wî/wê jî bêyî mirovahiyê nikare azad û serbixwe
be. Ji bo wê, azadiya her mirovî/ê rasterê girêdayî azadiya civaka wî/wê û her
wiha azadî û serxwebûna her civakê jî girêdayî azadiya tevê mirovahiyê ye.
Li gorî hin pîvang û
formulasyonên zanistî, mirov bi hêsanî dikare bibêje ku tu mirovên azad û
serbixwe nîn in. Belê tenê hin kesên ku hest û hizrên wan, wan ber bi têkoşîn û
hewldanên azadiyê ve dikin û wan arasteyî têkoşîna azadî û serxwebûna mirovahiyê
dikin, hene. Ew jî, gelek caran di asta hêvî û daxwazê de diesire û derbasî
kardariya jiyanê nabe. Heta ku dibe jî bi gelek astengî û arîşeyên civakî re rû
bi rû dimîne.
Bêşik, qest û armanca me, ne
ew e ku em di vê nivîsara xwe de, reşbînî û bêhêvîtiyê belav bikin û bibêjin
têkoşîna azadî û serxwebûnê tu car nagihîje armanca xwe. Na. Berevajî wê, ji ber
ku em dixwazin girîngiya wê deprêş bikin û bi tevayî lê xwedî derbikevin, vê
rastiyê dibêjin. Gelo îro kîjan mirovê/a cîhanê dikare xwe wekî kesekî/e azad û
serbixwe bide peyitandin? Carekê ev yek ne pêkan e. Ji lewre ew kesên ku xwe
wekî serwer û desthilatdar nîşan didin jî tê de hemû kom û komuşkên civakî pêşî
xwe dispêrin hin kes û hêzên din û parsa azadiya xwe dikin.
Kesên azad û serbixwe ew in
ku pêşî di dil û mêjiyê xwe de azadî pêk anîbin û peyre li hemberî kes û hêzên
desthilatdar serê xwe netewandibin, in. Takekes dibe, civak dibe, yên ku li
hember hemû kelem û astengiyan radiwestin, li dijî zagon û qedexeyên fermî
derdikevin û her gav li nik gel û civakên herî bindest û bintûte cih digirin û
têkoşîna azadiyê dikin, in.
Îcar gelo çima tu kes nikare
bi tena serê xwe azad bibe? Ji ber ku azadî nirx û hêjahiyeke hevpar a tevê
mirovahiyê ye. Û ji ber ku mirov bi taybetî li azadiya xwe û bi giştî jî li
azadiya tevê mirovahoyî xwedî dernakeve an jî wê parçe parçe dixwaze, nikare ne
azadiya xwe ya arizî û ne jî azadiya mirovahiyê ya gelemperî bi dest bixe. Ji
ber ku azadiya kesane rasterê girêdayî azadiya mirovahiyê ya gerdûnî ye. Her
wiha azadiya mirovahiyê ya giştî û gerdûnî teqez dê bi destê kesên azadîxwaz û
têkoşer bi dest bikeve. Azadî nirxekî wisa giranbuha ye û tevê mirovahiyê
têkildar dike. Belê ew jî rasterê bi destxistina dad û mafê mirov ên rastîn û
rewa ve girêdayî ye.
Bi kurtayî, heta ku mirovahî
azadiya xwe ya giştî bi dest nexe, tu civak; û heta ku civak jî azadiya xwe
bidest nexe tu takekeks nikare wekî mirovekî/e azad û serbixwe bijî. Çimkî azadî
çêlika dadmendiyê ye. Wekî ku Joseph Joubert jî dibêje:
“Heke dadmendî hebe, dê azadî
jî hebe” |