|
wêjevanên
dilsoz ve bi coş û şaniyeke
girseyî hate pêşwazîkirin. Her sal, di heman mêjûyê de ev çar rojên ku dibin
hinceta gelek hevdîtin û hevnasîna wêjevan û zimanzanên kurd, tirk, ereb û
kêmneteweyên din, pir bi kêfxweşî derbas dibin. Ev çar rojên têrtijî, ligel hin
kêmasî û astengiyên bêyom, dîsa jî hêjayî pesinandin û qedirdayînê ne.
Ez bi xwe, ev du sal in ku beşdarî
konferansa zimên dibim. Sala çû, wekî
axivker
û îsal jî wekî guhdêr û xebatkarekî, beşdarî konferansê, bûm. Min bi xwe him
îsal û him jî sala çû gelek sûd û fêdeyên mezin ji vê konferansê wergirt. Dibe
ku gelek kes van boçûnên min wekî xweşbîniyeke sivik bibînin; belê ez di vê
baweriyê de me ku hemû cehd û lebat, hewldan û xebat ji bo têkûzkirin û
edilandina ziman û dewlemendkirina wêjeya kurdî ye. Ji bo wê, ez pir nirx û
qîmetê didim van çalakiyan. Û bi hêvî û daxwaza konfernasên têkûztirîn ên
perwerdehî û pêşvebirina zimanê kurdî her kesî pîroz dikim.
Bêguman, ligel ku girîngiyeke mezin
didim rojên wêjeyê jî, belê ji ber ku ez bi xwe rasterê têkildarî konferansa
zimên bûbûm, ez nikarim bi awayekî objektîv nirxandina rojên wêjeyê bikim. Teqez
kesên ku dê bi dorfirehî van rojên watedar binirxînin dê hebin. Ez tenê dikarim
nirxandinên xwe yên der barê konferansa zimên bi awayekî bi ser re bi xwînerên
xwe yên hêja re parve bikim.
Beşdarvan û axivkerên ku beşdarî
konferansê bûbûn, ji çar nikarên welêt hatibûn û li ser mijarên cur bi cur
axivîn û fikr û hizrên xwe anîn zimên. Ne hewce ye ku encameke glover û berbiçev
ji vê konferansê derkeve û karê ku bi sedan sal pêk nayên di sê çar rojan de
safî bibe. Belê gelek radeyên ku xebatên li ser zimên ber bi encameke sûdewar û
erênî vedikin, derketin holê. Bi nimûne; hat diyarkirin ku, divê zimanê kurdî,
bi hemû zaravayên xwe li her der û deverên dinê li gorî rê û rêpîvanên zimên
were axaftin, nivîsandin û bikaranîn. Her wiha, hat destnîşankirin ku ferzkirin
û zorandina zaravayekî tenê, dê xisarê bide bastûra zimên û reseniya wî
bihincirîne. Ya din jî, kêm zêde derket holê ku di warê bilêvkirin û dengvedana
zimanê kurdî de gelek kêmasî hene û divê ku ev kêmasî bi riya rêpîvanên
rastnivîs û rastaxaftinê werin duristkirin û edilandin.
Digel ku gelek kêmasî û arîşeyên
zimên hatin peyîtandin jî, pir tişt jî hatin jibîrkirin û taloqkirin. Hin
axivker û beşdarvanên ku li ser arîşeyên zimên diaxivîn û li çareseriya van
pirsgirêkan digeriyan bi xwe jî, pirsgirêkên nû diafirandin. Bo nimûne; kesên ku
xwe wekî zimanzan nîşan didan, di axaftina xwe de, devokên herêmî bi kar
dianîn. Gava ku pêşniyarên xwe yên der barê rastaxaftin(dîksiyon) û
telafûzê(bilêvkirinê) dikirin, wan bi xwe peyv çewt bi kar dianîn û gelek caran
zayenda peyvan tevlî hevdû dikirin. Ev yek, ne ji ber nezanî an kêmasiyên
rêzimanî bûn; ji ber ku bi baldarî guh nedidan bilêvkirin û rastaxaftina zimên.
Heçku mijara konferansê ya bingehîn
perwerdehiya zimên bû. Belê zêde tu kesî guh nedida perwerdehiya zimên. An jî
wan bi xwe rêbazên rastaxaftin û bilêvkirinê binpê dikirin. Pirsgirêkên zimanê
kurdî gelek jê ji ber van guhnedan û sersariyên bi vî awayî pêk tên. Ji ber ku
zimanê kurdî bi salan hatiye astengkirin û qedexekirin, gel bi xwe jî rê û
rêbazên zimên nizane. Lewre gel, an weşanên mîna radyo û televîzyonê ji xwe re
mînak digire; an jî zimanzan û axivkerên ku wekî otorîte têne nasîn, wekî
referans(jêder) dipejirîne. Îcar gava ku zimanzan û wêjevan bi xwe şaşiyan
bikin, ne pêkan e ku gel bikaribe zimanê xwe sererast bike an jî biedilîne.
Îro zimanzan û wêjevanên ku di
radyo û televîzyonan de diaxivin, zêde bi baldarî tevnagerin û guh nadin rêgez û
rêpîvanên axaftina zimanê kurdî. Gel jî bi heman awayî vê şêweyê bi kar tîne û
belav dike. Ziman jî bi vî awayî diçilvire û ji reseniya xwe bi dûr dikeve.
Heke rê li ber vê yekê neyê girtin, dê di demek kin de zimanekî ku di tu qalib
û pîvanekên rêzimaniyê de derbas nabe, pêk were.
Lidarxistina konferans û mihrîcanên
perwerdehiya zimên ew qas ne zehmet e. Ya zehmetirîn, perwerdekirina
rastaxaftin, rastnivîsandin û bilêvkirina zimên e. Bi qasî rastnivîs û
rastvegotina nivîskî, rastaxaftin û bilêvkirina devkî jî li ser her zimanzan,
nivîskar, wêjevan û hunermendî/ê ferzîndeyeke merzin e. Şaşî û xeletiya
mirovekî/e naşî(nezan) bi rastiyekê diedile; belê şaşiya kesên zana û pispor bi
hezar rastiyê nacebire. Lewre, ew ji hêla gel û civakê ve her gav wekî mînak û
nimûne têne dîtin û pejirandin. Ji bo wê, nemaze divê kesên ku têkilî ziman û
wêjeyê dibin, bêtir bi baldarî li ser vê yekê hûr bibin û xwe ji şaşî û çewtiyên
ku bi salan nayên sererastkirin, reha û bêrî bikin. |