|
e. Belê ev fikr û hizra bisînor,
sînorekî çêkirî li dora ji zanîn û
hişmendiya mirovahiyê datîne.
Li gorî vê ferasetê, tiştek an
mezin an jî biçûk e; an kin kin an jî dirêj e; an qels an jî xurt e; an nizm an
jî bilind e. Ango tu dibetiyê
nade guherbariya mezinahî an jî biçûkatiyê; îhtimalê nade kinî an jî dirêjiyê;
mikûniyê nade nizmayî an jî bilindahiyê; gengaziyê nade qelsî an jî xurtiyê.
Heçku tiştek hem mezin hem jî biçûk e. Dîsa, hem kin û hem jî dirêje; hem
nizm hem jî bilind e; hem qels hem jî xurt e. Bo nimûne, hêştir mezin e; belê
heman gavê jî biçûk e. Li gorî çi biçûk, li gorî çi mezin e? An ji çi mezintir
û ji çi biçûktir e? Hêştir ji hespê mezintir, belê ji nehengekî(balînayekî)
biçûktir e. Dîsa, mar dirêj e; belê heman gavê jî kin e. Li gorî çi dirêj, li
gorî çi kin e? Mar ji marmarokê dirêjtir e; belê ji werîsekî kintir e. Her wiha
gir bilind e; belê heman gavê jî nizm e. Li gorî çi bilind, li gorî çi nizm e?
Li gorî deştê bilind, belê li gorî çiyê nizm e.
Mirov dikare der barê xurtî û
qelsiyê, xweşikî û zistiyê, qelewî û lewaziyê, xweşî û nexweşiyê, dûrî û
nêzîkiyê, dewlemendî û xizaniyê û hwd. jî gelek mînakên berbiçav bide. Belê
encam heman tişt e. Yanî mirov nikare tu sînor û tixûbên misoger li ber tu tiştî
deyne. Çimkî her tişt bi reng û awaya xwe, ji dijberê xwe tê cihêkirin û
veqetandin.
Başî û nebaşî, qencî û xerabî,
rastî û şaşî, heqî û neheqî jî wisa ne. Li gorî nêrîn û feraseta mirovan tişt
têne guhertin û têne sînordarkirin. Gelek tişt bi hin mirovan xweş tên dîtin;
belê bi hin mirovên din jî nexweş têne dîtin. Dîsa gelek kiryar bi hin kesan
wekî tiştên baş têne qebûlkirin; belê bi hin kesan jî wekî tiştên xerab têne
qebûlkirin. Her wiha gelek tiştên ku ji hêla hin mirovan ve wekî neheqî têne
dîtin, ji hêla hin mirovan din jî tê kirin, ji hêla hin mirovên din ve jî wekî
heqdarî têne pejirandin. Ango rastiya hin kesan, dibe şaşiya hin kesên din.
Guherbarî her gav dibe sedema dualîbûna tiştan jî. Ji bo wê, ji bilî rêbaz û
qalibê formulasyonên derezanistî her tişt guherbar e. Û tu sînor ji bo wan
tiştan nîn e. Sînorê ku li dora wan têne rapêçandin jî, sînorên ku di hiş û
mêjiyê mirov de hatine danîn in.
Ji ber ku sînor li ber hest, hêz û
hizra mirov hatine danîn, ew nikare xwe rakêşe derveyê van sînorên çêkirî û
guherbar. Ji jiyana mirov bigirin heta bejn û bala mirov, ji mala mirov bigirin
heta, mal û milkê mirov, ji axaftina mirov bigirin heta fikr û ramana mirov, ji
xaka ku mirov bigirin, heta gund û bajarên mirov, ji erdnîgariya mirov bigirin
heta welat û niştimana mirov…her der û her tişt bi sînorên stûr û çêkirî hatine
dorpêçkirin û fesilandin. Tu tişt nemaye ku sînor jêre nehatibe danîn.
Ji do heta îro, tiştên ku mirov
arasteyî perestin û hebandina zordarî û desthilatdariyê dikin jî dîsa ev sînorên
ku li ber hêz û taqeta mirov hatine danîn in. Ji roja ku mirov bi mirovahiya xwe
hesiyaye û heta îro, ji ber hizr û zanîna xwe ya bisînor, an hawara xwe kiriye
hêzeke bêsînor an jî xwe spartiye xweda(yekî) an jî xwedewendek e ku sînor ji
hêz û heza wî/wê re tune ye. Singê Gelek sînorên bistrî yên ku mirovahiyê di
mêjiyê xwe de raçikandine hin bi hin riziyane. Belê dîsa jî li dewsa wan sînorên
bistrî, sînorên ku bi sedan sal neyên rûxandin di navbera xwe û hemcinsên xwe de
daniye. Her ku zanîn û hizra mirovahiyê pêş de çûye, hin sînorên kevn rakirine,
belê li dewsa wan, sînorên xurtir û kambaxtir ava kirine. Ev sînor, sînorên ku
mirov ber bi benîtî, koletî û dîlîtiyê vedikin bi xwe ne.
Sînorên ku mirov di hizr û kiryarên
xwe de pêk anîne, bûne sînorên zanîn û hişmendiya mirova bi xwe. Belê her çendî
ku ev sînor hin caran hatibin firehkirin û dorhêlkirin jî, bi tevahî ji holê
ranebûne. Ew sînorên ku îro li ber her tiştî û her têgihê hatine danîn,
berdewama wan sînorên çêkirî yên ku dî goşa xwezaya bêsînor de mirovahiya hemdem
ditengijîne û diesirîne ne. Ev sînorên çêkirî û demdemî ne derfetê dide azadbûna
mirov û ne jî jîn û giyana wî/wê. |