|
dijwar dijî.
Peywir û vatiniya her mirovê/a
hestyar û pejnkar
ew e ku li hemberî hemû cureyên
kuştinê raweste û amûr û amrazên jiyanê derpêş bike. Lewre tu tişt nikare bi
qasî mafê jiyanê girîng û payedar bibe. Ji bilî wê, her tişt pile bi pile di bin
sîwana jiyanê de dirb û dirûv digire.
Di
19’ê Befranbarê de li Stenbola Tirkiyê komkujiyek bêbext û bêwext pêk hat.
Rojnmavanê hêja Hrant Dînk ê ku bi eslê xwe ermenî, belê bi hemû taybetiyên xwe
wekî mirovekî mirovhez û navneteweyîparêz ji hêla ciwanekî hivdeh salî ve hate
kuştin. Bi vê kuştinê re gelek bertek û nerazîbûnên girseyî pêk hatin. Û cara
yekem bû ku ev komkujî li Tirkiyeyê ji hêla hemû kesên ku xwe mirov dihesibandin
ve bi kerb û nelet hate şermezarkirin. Mirovên ku bi kuştina wî diêşiyan xwe
berdan kolanan û li wî mirovê rewşenbîr, aştîxwaz û mirovhez xwedî derketin.
Pêşî
ez bi xwe jî wekî mirovekî û peyre jî wekî kesekî ku kuştina her mirovî/ê wekî
komkujiyeke mezin dihesibîne, dibêjim bila tu car tu kes neyê kuştin û pozê tu
kesî bi xwîn nebe. Her ku mirovek tê kuştin (kî dibe bila bibe, çima, ji bo çi
û li ku derê dibe bila bibe, zayend, nîjad, Ol û baweriya wî/wê çi dibe bila
bibe) ji dil û hinavên min dilop dilop xwîn tê weravtin; hestiyên min wesle bi
wesle têne mehandin; ez dibim nola nîv mirovî û taya mirinê bi cest û hestên
min dikeve. Ji bo wê, sedem û encam çi dibe bila bibe, tu car naxwazim navê
kuştinê bibihîsim. Lewre her ku dibim şahidê kuştinekê, şaneyek ji bedena min
dirize; bi kurtayî wekî ku ez bi xwe bême kuştin, diêşim û dihecinim.
Îcar
gava ku rojnamegerê hêja Hrant Dink hate kuştin, bi dest xwe re li mala me şîn û
şiyan li dar ket û bêhemd hêstirên me bariyan. Ev giryan û şiyana me tenê ne ji
ber kuştina mirovekî mirovhez bû; ji ber erzanbûn û hêsanbûna jiholêrakirina
kesên bêrî û bêguneh bû. Ji pênûsê wî pê ve tu çeka wî tunebû. Di dilê wî de ji
hezkirin, aştî û biratiyê pê ve, di mêjiyê wî de ji hizra dostanî, ahengdarî û
mirovatiyê pê ve tu tişt tunebû…belê wekî kevokekî aştiyê ji xafil de bi sê
guleyên kujende hate qetilkirin. Qetilkirina wî gelên Tirkiyeyê û mirovên dilsoz
û dilovîn rakirin ser piyan. Ew mirovên dildar û aştîxwaz bi dirûşma “Em hemû
ermenî ne ; em hemû Hrant in!” derketin kolanan û meşiyan.
Me bi malbatî di nav xwe de ew
bûyer nîqaş dikir û xwe bi xwe digot: “Heke li welatekî kuştina ronakbîrekî bû
be karekî ji sêrê û wekî kevneşopiyekê were dîtin, êdî dê kî bikaribe bi hawara
gelên wî welatî ve were û wî ji nebaşî û tengasiyên vê dinê reha bike?” Ango,
gelo kî dikare wê civaka ku bi şewq û ronahiya xwe re kufir bibe, ji karesat û
babelotên bêyom rizgar bike? Bi ya min na. Lewre tu kes nikare civaka ku çira
xwe bi destê xwe bitefîne, arasteyî ronayî û aramiyê bike. Ew ê her û her di nav
reşayî û tarîtiya hezar salan de bigevize û di goristana civakan de bêdeng
bitemire.
Di jiyana hin civakan de kuştin her
gav wekî karekî asayî tê dîtin û kujer û êrîşkarên van welatan wekî leheng û
wêrek têne binavkirin. Ji bo wê ye ku tu car serê mirovên van civakan ji cureyên
kuştin, xwe kuştin û hevkuştinê safî nabe. Ji bo wê ye ku tu dost û yarenên van
civakan nîn in. Ji bo wê ye ku tu car dijmin û neyarên van civakan ji dora wan
xalî nabin…
Kuştin, bi çi mebest û egerê dibe
bila bibe; têkçûn e. Pêşî têkçûna kujerê ku xwe li kuştinê girêdayî ye. Peyre
têkçûna kesê/a ku alîkarî û piştgiriyê didiyê û wî/wê diparêze ye. Paşê têkçûna
kesê/a ku kêfa wî/wê ji kuştinê re tê ye. Ev hemû nişaneyên neqencî û bêesliyê
ne. Di jiyana komelayî ango di dîroka şarezahiyê de kuştin wekî komkujiyê tê
bianvkirin. Û divê wisa be jî. Ji ber ku kuştina mirovekî/ê bi qasî kuştina tevê
mirovahiyê şewat û dijwar e, Divê tu kes kêfa xwe ji kuştinê re neyne. Û divê tu
kes xwe bi kuştina mirovan nexapîne. Çimkî kuştina mirovekî/ê bi qasî kuştina
tevê mirovahiye sûçdarî û tawanbarî ye; belê jiyandina mirovekî/ê her wiha bi
qasî jiyandina tevê mirovahiyê
bêhnpakî û dilpakî ye.
Heta ku mirovahî bizrê jiyanê di
hiş û mêjiyê xwe de venejînê nikare tovê kuştinê biqelihîne. Ji bo wê zayend,
nîjad, netewe ol û baweriya mirov çi dibe bila bibe,
divê her mirovek li hemberî hemû
tewreyên kuştinên bêwext û bêbext raweste û jiyan û vejînên nûjen biafirîne. |