Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Duristî

 

ADAR JIYAN

adarjiyan@mynet.com

Her têgînek li gorî bikaranîna xwe û her bikaranînek jî li gorî têgîna xwe watedar dibe. Belê mixabin her gav her tişt li dewsa xwe, li ser a xwe û li sêra xwe namîne. Gelek tişt li gorî nêrîn û feraseta mirov diguherin, dişêwin û dirûv digirin.

Ango hin tişt  hin caran bi destê mirov nirxdar û manîdar û hin caran jî talan û wêran dibin.

 

Çi dibe bila bibe, her heyîn bi dijberê xwe re dijî û li ser piyan dimîne. Û her dijber jî bi dijminê xwe re di nav şer û pevçûneke domdar de ye. Belê hemû hebûn û heyînên ku  li hemberî hev û din  şer dikin; hin jê xwediyê taybetiyên erênî û  hin jê jî xwediyê taybetiyên neyînî ne. Taybetiyên erênî xwezayî û yên neyînî çêkirî ne. Taybetiyên xwezayî bi her mirovî/ê re peyde dibin;  belê yên çêkirî  paşê bi mirov  re digihên. Em ê jî di vê kurtenivîsê de li ser du têgînên dijber û dijwate yên ku di jiyana mirov de pevre dijîn û pev diçin, rawestin. Ew jî; yek jê duristî û ya din jî durûtî ye.

 

 Duristî jî di nav de, îro gelek kirû û têgînên girîng, digel wate û bikaranîna xwe hatine mehandin, lewitandin û çilvirandin. Digel hemû neyînî û nebaşiyan, îro nirxê  ku her kes dikare bi piştrastî  lê xwedî derbikeve û bi hêsayî wê biparêze, dîsa duristî ye. Duristî, ji do heta îro ji hêla her kesî ve wekî pîvang û pileya qencî û dilpakiyê hatiye/tê dîtin û parastin. Her wiha ew, her gav wekî hêjahiyeke hevbeş û erênî ya tevê mirovahiyê hatiye/tê ecibandin û pejiran

din.

 Dursitî, çeqa hemû erênî, xweşbînî û başiyên mirovahiyê ye. Duristî qedirşînasî, payeberzî, mezinayî, gewreyî, rûmetdarî, firazwerî, ewlemendî û serbilindî ye. Û hemû nirx û hêjahiyên mirovî li ser vî esasî hatine/têne avakirin. Heke duristî tunebûna, dê îro destketina van nirx û hêjahiyan jî tune bûna. Belê duristî çiye; wate û bikaranîna wê ya rastîn çawa ye; li ku û çawa tê bikaranîn; divê mirov bi dorfirehî li ser vê yekê raweste û hinekî serê xwe biêşîne.

 

 Duristî, di wateteyeke teng û bi ser re de wekî lihevî, ahengdarî, bixweewleyî û ewlemendî tê binavkirin. Di vir de tu pirsgirêk nîn e. Û ev yek jî ji hêla her kesî ve bêşik û bênîqaş tê qebûlkirin. Belê pirsgirêka mezin û giran, nakokiya navbera watedarkirin û bikaranîna duristiyê ye. Ango parastin û nelihevbûna wê, dibe sedema gelek û alozî têkeliyên tund û dijwar. Bi vê neliheviyê re, gelek kêşe û arîşeyên domdar û rûxîner derdikevin holê. Digel van arîşeyan, di nav dil û mêjiyê  mirovan de hest û hizirînên erênî û neyînî jî aj didin. Êdî ev yek jî dibe despêka şerê navbera duristî û durûtiyê.

 

 Duristî, pirêzeya qenciyê, belê durûtî bizrê xerabiyê ye. Duristî, kana hestên firştehî belê durûtî, maka hizirînên îblîsî ye. Duristî, wekî kevokeke aştîreng, mirov ber bi asîmanê hêşîn de vedike. Belê durûtî wekî marê di tûr de ye. Bêdeng bi mirov vedide; dixurice û diçe. Li pey xwe tenê cesteke bêhest û bêruh dihêle.

 

 Duristî û durûtî du kirûyên pozber in. Hebûna yekê girêdayî tunebûna ya din e. Her wiha serketina yekê  bi binketina ya din ve girêdayî ye. Herdu jî li hemberî hev  û din şerekî bidom û bêdeman dikûdînin.

 

 Şerê navbera duristî û durûtiyê, ji do heta îro bêtebat  û bêdeman didome. Tiştê ku di nav  dil û mêjiyê mirovan de  tofanê radike jî ev şer e. Di vî şerî de hin caran hest û hizirînên  erênî û hin caran jî yên  neyînî bi ser dikevin. Hin caran jî hest û ramînên reşbîn  raselitî ser dil û mêjiyê mirov dibin. Hin caran hest û bestên erênî, bi awayekî eşkere di nav dil û hinavên mirov de dilivin û mirov arasteyî bizav û tevgerên fedakar û wefakar dikin. Hin caran jî durûtî, wekî dijminekî hundirîn di nepeniya jiyanê de bi nermovingiyeke konedar, bi mirov re  hasil dibe. Hin caran  duristî wekî pinpinîkeke berî û bêrî; mirov li ser baskên xwe dike û ber bi gul û kulîlkên xêrxawaziyê de difire. Hin caran jî  durûtî wekî nexweşiyeke heftpençe di dil û mêjî û  mirov de diçêre.

 

 Gotina dawî, şerê navbera duristî û durûtiyê ne şerekî jirêzê, ketberê û demdemî ye. Şerekî misêwa, domdar û mayînde  ye. Heke, di vî şerî de hest û hizirînên erênî di hawara mirov de bên û xwe bidin bi çengê mirov, dê durûtî li duristiyê dagere û serketin bibe para mirov. Na, heke hest û hizirînên neyînî di dil û mêjiyê mirov de biçêrin, dê wê çaxê duristî li durûtiyê bihesile û mirov bibe para binketinê.

 

 George Berkeley dibêje: “Kesekî/e ku ji we re  bibêje mirovên durist nîn in’ bawer bikin ku yê/ya ne durist ew kes bi xwe ye.”

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 23’ê Banemera 1387’ê Rojî