|
pêk hatiye, ne pêkan
e ku di maweya çend salan de were çareserkirin. Bi vê egerê em dixwazin çend
boçûnên xwe yên der barê pirsgirêka jinê de bi xwînerên xwe yên hêja re perve
bikin.
Bi hezaran sal e ku nêrîn û nêzîkayîtêdanên nêrza(mêrîtiyê)wekî çarenivîseke
neguherbar li ser mirovahiyê belê nemaze jî li ser jinê hatiye ferzkirin. Pergal
û saziyên zoran û desthilatdar ên dîrokî hemû li ser hîmê vê ferasetê hatine
rûnandin. Sazî û dezgehên dûgelên cîhanê yên îroyîn tev jî hê bi vê ferasetê
têne birêvebirin.
Belê êdî jin, ne jina berê ye. Bi lebatî, li hember serdestî û kevneperestiya
hezar salan radiweste û di nava rêxistin û komelên civakî yên şarwer(sivîl) de
cih digire û tê dikoşe. Têkoşeriya jinê, cehd û hewldanên wê yên rûmetdar ji bo
mirov û mirovahiyê şanaziyeke bêhempa ye. Lewre mirovahî azadiya xwe tenê dikare
bi azadiya jinê bidest bixe. Û pey re jî serbilind û rûmetdar bibe.
Geşedaniya hişmendî û vînadriya jinê, qetandina qeyd û zincîrên zingarî û
xelekên bindestî û koledariya mirovahiyê ye. Çewsan, pestan û zordestiyên ser
serê mirovahiyê pêşî bi bindestkirina jinê dest pêk kiriye. Ji ber wê, ji bo ku
mirovahî bikaribe azadiya xwe bidest bixe, divê pêşî li azadiya jinê bicehdîne.
Ji pirsgirêkên mirovahiyê yên kevnar, qedîm û domandar yek jê belê ya herî
giring pirsgirêka jinê ye. Ev pirsgirêka ku bi hezaran sal wekî girêka kor
didome, ne diqete û ne jî ji ser hev vedibe. Belê gava ku dil û mêjiyê jinê bi
vîneke azad û ramaneke têkoşer bête rapêçandin, dê zirx û cewşenên zordestiya
hemû mêrên desthilatdar û pergalên paşverû yên zoran hin bi hin bêne felişandin.
Bi felişandina ferasetên mêrza re jî, dê xelekên zordariyê bişikên û tevê
pergalên desthilatdar yek bi yek birûxin.
Di dîroka mirovahiyê de -belê nemaze jî di domana civakên çîndar de- gelek
nakokiyên lêkneker pêk hatine. Ev nakokiyên dijber û lêkneker car caran li
pirsgirêkên nêçar û dijwar dageriyane. Gava ku mirov di dîroka civakên çîndar de
bikole, teqez dê mirov di serî de li pirsgirêka jinê ya dijwar û nêçar biqeside.
Çimkî rehên hemû pirsgirêkên mirovahiyê yên borî û îroyîn bi riknê pirsgirêka
jinê ve girêdayî ne. Û tu pirsgirêk û nakokiyên civakî jî bê yî pirsgirêka jinê
nikarin çareser bibin.
Pirsgirêkên mirovahiyê yên îroyîn wekî sê nakokiyên bingehîn ên domandar têne
dîtin û kategorîzekirin. Yek; pirsgirêka zayendî, du; pirsgirêka çînî, sê;
pirsgirêka neteweyî ye. Herdu pirsgirêkên dawî (pirsgirêka çînî û neteweyî) jî
bi pirsgirêka jinê ve girêdayî ne. Û çareseriya wan jî dîsa girêdayî çareseriya
pirsgirêka jinê ye. Heta ku nakokiya zayendî li aramî, aştî û azadiya mirovahiyê
danegere, ne jin dikare wekî mirov bê dîtin û ne jî mêr. Jixwe pirsgirêka herdu
zayendan jî pev girêdayî ye. Ango ne tu mêrê azadîxwaz dikare pirsgirêka jinê,
tenê bispêrê jinê û ne jî jina têkoşer dikare çareseriya pirsgirêka xwe tenê
bide ser xwe. Divê her mirovê xwedî rûmet û wijdan, pêşî xwe ji bo hersê nakokî
û pirsgirêkên mirovahiyê jî berpirsiyar peywirdar bihesibîne.
Her çend ku ji aliyê awa û taybetmendiyên xwe ve ji hev û din dûr bêne dîtin jî
gelek nakokî û pirsgirêkên mirovahiyê dişibine hev. Bo nimûne; di navbera
pirsgirêka jinê û pirsgirêkên din de (wekî pirsirêkên çînî, neteweyî, aborî û
hwd.) dirûvtî û manendiyeke(hevşibîneke) pirr xurt heye. Gelek kesên ku xwe di
her warî de wekî demokrat aştîxwaz û navneteweyîparêz dihesibînin, hene. Bi
heman awayî gelek mêrên ku xwe azadixwaz, şoreşger û mafparêz dihesibînin, hene.
Belê der barê pirsgirêka jinê de an bi awayekî mêrza( bi mêrîtî) tev digerin an
jî çareseriya pirsgirêka jinê tenê dispirên jinê.
A rast, her çiqas ku di pirsgirêka jinê de rola diyarker a jinê be jî, ji ber ku
pirsgirêk tevê mirovahiyê eleqedar dike, divê jin û mêr bi tevayî ji bo azdiya
jinê têbikoşin. Heta ku pirsgirêka jinê çareser nebe, ne tu neteweyên dinê
dikarin azad bibin û ne jî tu çînên civakî. Lewre pirsgirêkên mirovhiyê hemû pev
girêdayî ne. Û hemû pirsgirêk jî tevê mirovahiyê têkildar dikin. Çi ji bo
pirsgirêka jinê û çi jî ji bo pirsgirêkên mirovahiyê yên din dibin, pêdivî
birêxistin, hişmendî û şêwirdariyên xurt heye.
Mirovahî bi windakirina jinê re ji pênas, zanav û nasnameya xwe bidûr ketiye.
Îro, jin li nasnameya xwe ya zayendî xwedî derdikeve. Û ev yek nîşana xêrê ye.
Azadiya mêrên bindest, koledar û her wiha têkçûna mêrê mêrza, zoran û
desthilatdar di azadiya jinê re derbas dibe. Dixuye ku jin, dê hem xwe û hem jî
mêrê reben û têkçûyî ji serberjêriya hezar salan reha bike. Belê bi piştgirî û
hevkariya jin û mêrên çê û têkoşer.
Êdî baş tê zanîn ku azadiya mirovahiyê rasterê girêdayî azadiya jinê ye. |