|
Jîxwe
kesê/a gazinoyî tu kesî û tu tiştî nahebîne û naecibîne. Bi awayekî reşbînî
nêzîkî her tiştî dibe. Her tiştî û herkesî bi pêşdaraziyên vebir û misoger
dinirxîne. Bûyer, qewam û lêqewmînên civakî û xwezayî li gorî hestên xwe şîrove
dike. Gotina kin gilîdarî nexweşiyeke êşdar û bêderman e. Hem xwediyê xwe û hem
jî dost û yarenên xwediyê xwe dêşîne; wa zivêr û bêzar dike.
Victor Hugo: dibêje : “Li cîhanê tiştê herî baş e xweşdîtin e,” Bi rastî,
xweşdîtin û xweşbînî dijminê reşbîniyê ne. Ango peyva “xweşbînî” dijwateya peyva
“reşbînîyê” ye. Reşbînî, hestek wisa neyinî ye ku her gav jiyan û cîhana
mirovan ji asayîbûna xwe reştir û bedtir nîşan dide. Xweşbînî jî her gav ne
tiştekî rast û erênî ye. Dibe ku hestên xweşbîniyê jî gelek caran mirov ber bi
xapandinê de bidehfîne. Lewre ew jî jiyan û cîhanê bi awayekî awarte xweş û çak
nîşan dide. Çawa ku reşbînî ne hesteke erênî be, xweşbînî jî ewqasî ne hesteke
neyinî ye. Belê ne rasteqînî ye jî. Ya rast ew e ku xweşbîniya herî neçê dîsa
jî ji reşbîniya herî çê, çêtir, baştir û erênîtir e. Lewre hizr û hest reşbînîn,
mirov ber bi dijminatiya jiyanê; belê yên xweşbîn, mirov ber bi dostanîû
hevalbendîtiya jiyanê ve dike.
Kesên
gazinoyî ji ber bedbînî û xeydokiya xwe, tu car nikare wekî kesekî/e hêvîdar,
çêj û tamê ji jiyana asayî wergire an kêf û şahiyê bide derûdora xwe. Di
cîhana xwe ya reş û tarî de xerq dibe. Heta dixwaze herkesî bikişîne nava wê
jiyana xwe ya tar û mar û malikwêran. li gorî wî/wê her tişt bêqîmet û beredayî
ye.
Bi
rastî dilxweşî û hêvîdariya mirov girêdayî ramana mirov e. Jixwe ku hêvî û
utopyaya (nîgaşa) mirov nemîne, ne tu wateya jiyanê dimîne û ne jî tu kêf û
dilxweşiya dinê. Wekî ku Emîle Zola dibêje : “Ger ku hêvî nemîne, zewqa jiyanê
jî namîne. Mixabin îro ev bedbînî, bêhêvîtî û gilîdariyên ku dibin sedema
jihevketin û rûxandina civakê, her yek jidestçûna nirx û hêjahiyên me yên
mirovî û neteweyî ye. Ev kambaxiya hanê di civakê de bi hemû tirsnakî û
erjengiya xwe, xwe dibeliqîne. Û gel û civakê tengezar dike. Bi vî awayî
pêwendiya navbera takekes û civakê ya rojane jî dikeve tengaviyê. Madem ku
pirsgirêk ji aliyê mirov de pêk tê, naxwe çareserî jî dîsa di destê mirov de
ye. Ji bo wê divê mirovên ku xwe berpirsiyar dihesibînin, rojekê berî rojekê
xwe ji van nexweşiyên hestko û hêvîkuj reha bikin.
Tu
derî li kîjan sazî, dezgeh, partî û rêxistin demokratîk an jî komeleyên şarwer (sivîl)
vedikî, lome û gazinc jê difûrin. Ew saziyên ku ji tune de, li ser xwîn, xwedan
û keda kesên fedakar û cefakar hatine avakirin, hin jê dikin ku wan bi
kevneşopiyên gilî, gazinc, lome, helwest, feraset û nêzîkayîtêdanên kevneperest
birûxînin û bifeşikînin. Ev ne tiştekî rewa ye. Dibe ku mebest û armanc wan ne
xerab be. Belê xerabiyên ku ji destê mirov hasil dibin, hewce nake ku her gav bi
zaneyî bêne kirin. Gelek tişt ji ber nezanî û bêhemdiyên mirov û her wiha ji
dest bedbînî û nexweşiyên mirov pêk tên. Jixwe derdê bêderman jî ev e.
Çi
mirov û çi jî civak dibe; gava ku nexweşî tevê derûniya mirov serobin dike,
mirov nizane ku kî çi an jî çawa dike. Der barê vê yekê de metelokek gelêrî ya
balkêş ku vê yekê baş rave dike heye: “Demekê mirovekî bitir gewî û
dewlemend hebûye. Rojekê tê, hevsera (jina) wî dimire. Hê cendekê wê li ser
kevirê teneşîrê ye; zilamê me radibe diçe hundirê malê dest davêje bermaliya (qerwaşeya)
xwe ya keç û li stûyê wê siwar dibe ku pê bileyîze. Di heman katê de qîza wî ya
mezin ji nedît ve derî vedike û dadide hundirê malê. Belê ku çi bibîne...? Ne
kin û nedirêj dike. Bi hêrs ê gazinc dibêje: “Wîî ez nemînim bavo, ma ev çi
ye!? Tu çi dikî? Hê cendekê diya min di nav destê me de ye, tu li kêfa belek
digerî…!’ Bav, xwe li xeşîmiyeke reben û bêrî datîne û bi konetiyekê bersiva
keça xwe dide û dibêjiyê : Rast e keça min, tu mafdar î. Belê ma ji kula diya
te re qey hiş di serê min de maye ku ez dizanim ez çi dikim ?”
Îcar
bi rastî mirov gelek caran ji kêmasî û nelirêtiyên xwe re li hincet û spartekên
nederbasbar digere. Û dek û dolabên mezin digerîne. |