|
tiştekî asayî û dicih de ye. Ev tirs
mirov arasteyî xweparastinê dike. Belê fikara ku ji tune de di
dil û mêjiyê mirov de pêk tê, mirov ber bi dubendî û bêewletiyê ve dike. Bi
vegotineke din, mirov dikare bibêje tirs, bertekeke xwezayî û asayî ye; belê
fikar, hesteke çêkirî û nîgaşî ye. Bi nimûne; gava ku mirov tûşî êrîşa heyînekî
har (çi mirov û çi jî lewir dibe) were û jê bitirse, tiştekî asayî ye. Belê gava
ku mirov bi fikara ku hemû heyîn (mirov û lewir) êrîşkar in, tevbigere, ne
tiştekî asayî ye. Ev fikr û fikarên dereasayî ku bandoreke mezin li ser liv û
tevgerên mirov dikin û jiyana wî/wê jî diherimînin.
Tirs û fikarên bêbinyat, hestên
bawerî û ewlekariyê ji holê radikin. Dost û yarenên mirov kêmtir, dijmin û
neyarên mirov zêdetir dikin. Nirx û qîmeta kêmtir, bêbawerî û bêewlehiya mirov
zêde dikin. Rûmet û şanaziya mirov kêmtir, sersarî û serberjêriya mirov zêdetir
dikin.
Dê û bav ji ber tirs û fikarên ku
xisar negihîje zarokên wan, wan esarge dikin û çûna derve û listîkên wan li ber
wan diherimînin. Pispor û zanayên zanîngehan bi tirs û fikara ku xwendekarên wan
zanatir û serkeftîtir bibin, serdestiyê li wan dikin. Çînên serwer û Dewlet, bi
tirs û fikara ku xisar negihîje dewleta wan û pergala wan hilneweşe, zext û
zilma xwe ya li ser gel û civakê dikudînin. Bav, bira û mêr, bi fikara ku namûsa
wan(xwedêgiravî) ji dest neçe, nahêlin qîz, xwîşk û jinên wan serberdayî bigihên
û bigerin. Mamosteyên dibistanan, bi tirs û fikara ku şagirt û suxteyên wan li
paş nemînin, ço û kotekên xwe bi kar tînin.
Ev fikr û fikarên ku mirov arasteyî
liv û tevgerên bêsinc û bêyom dikin, hemû bi hinceta xweparastin û berjewendiyên
ezperest têne kirin. Hikm û bandora van kirinan di tevê civakê de digere û wê
sews û sermest dike. Civaka ku bi van hest û hizran tevdigere ji kesî û her
tiştî gazinc û lomeyan dike. Di têkiliyên civakî de piştrastî, ewleyî û
bawerdarî ji holê radibe. Her kes ji her kesî piştkul e. Pêwendî û danûstandinên
dostane qels û lewaz dibin. Hevalbendî, piştgirî û fedakarî namîne. Her kes bi
dilûmê xwe dikeve. Çav ji çavan ronî nade. Dexesî, pexîlî û çavnebarî wekî
nexweşiyeke heftpençe di şaneyên civakê de diçêrin. Tiralî, nexelî û zexelî
raselitî ser mirov dibin.
Mirovên ku bi van hest û hizran tev
digerin, kêfxweş aramî û hevahengiyên civakî ji bîr dikin. Civak, her ku diçe
nêzîkî fikr û hizrên nepak û neyinî dibe û ji hest û bestên pak û erênî bidûr
dikeve. Hemû kar û xebatên xwe di riya dirav û pereyan de xerc dikin. Di
dahatûya zêç û zarokên xwe de nafikirn. Cehd û hewldanên wan ji bo nanê zik û
rewşa îroyîn in. Tevger û têkiliyên wan li ser hîmê perjewendiyên rojane ava
dibin. Ji xwe pêv di tu kesî de nafikirin.
Civaka ku bawerî û ewledariya wê
tune be, neçar e ku xwe bispêre tirs û fikarên çêkirî û şik û gumanên bêbingeh.
Kes an jî civakên ku bixwe ewleyiya wan tune be, nikarin bi tu kesî ewle bibin.
Dê ew her gav bitirs û saw tev bigerin û bi reşbînî û pêşdarazî nêzîkî mirovan
bibin. Ne aweriya wan bi wan tê û ne jî ji tu kesî bawer dikin. Bi rastî tu kes
jî bi wan bawer nabe. Îcar hest û fikarên ku mirov ber bi bêewleyî û bêbaweriyê
ve dikin, bi qasî ku dost û yarenên mirov kêm dikin, ew qasî jî neyar û
dijminên mirov zêde dikin. Wekî kutê zanîn, îro li ser rûyê dinê gelek kes û
hêzên êrîşkar her civakê ji bo xwe xeter dibînin. Her gav bi hestên erjengî û
tirsnak nêzîkî mirovan dibin. Ji bilî wan tu dostên wan tune ne. Ji ber tirs û
sawa ku di dilê wan de aj daye, ne dikarin bi serbestî bigerin û ne jî dihêlin
tu kes serbest, azad û serbixwe be. Wekî ku Horatius jî dibêje: “Mirovên ku di
nav tirs û fikaran de bijîn, qet nikarin azad bibin”.
Wekî gotina dawî ez dixwazim gotina
xwe bi gotina Epîktetos bi dawî bikim:
“Divê mirov ji mişextin, zindan û
mirinê qet netirse; Divê tenê ji tirsonekiyê bitirse.” |