Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Gotin

 

Adar Jiyan

adarjiyan@mynet.com

Konfîçyûsê zana û nemir dibêje: “Heta ku hûn hêza gotinê fêm nekin hûn nikarin hêza mirovan fêm bikin.” Dîsa gotineke pêşiyên kurdan heye; tê gotin ku “Goştê mirov nayê xwarin; belê zarê(zimanê) mirov tê xwarin.” Rast e. Ne

goştekî mirov heye  ku  mirov bixwe û  ne jî eyarekî (çermekî) mirov heye ku mirov li xwe bike. Tiştê ku dimîne zimanê wî/wê ye. Bi vegotineke din, mirov li gorî gotin û vegotina xwe, li gorî zar û zimanê xwe binirx û bênirx dibe.

 

 Gotin, bi serê xwe bêsûc û bêlayan e. Ew, di devê mirov de  li nirx û bênirxiyê dadigere. Gotin, bi qasî ku di tu cih û waran de hilneyê mezin û giranbiha û dîsa  bi qasî ku li tu cih û waran nedebire, bêwac û bêwate dibe. Yê/ya ku gotinê li zêr dadigerîne jî mirov û yê/ya ku gotinê dike zibil jî dîsa  mirov bixwe ye. 

 Gotin, çendî ku bi serê xwe bêguneh û bêrî  be jî, dîsa jî  ji hêla xwediyê xwe ve an dibe navgîna xêr û xêrdoşiyên sûdewar an jî dibe alava şer û pevçûnên stemkar. Ji bo wê hewce ye ku em li ser hêza gotinê a erênî hinekî rawestin. Dîsa gotineke pêşiyan heye; tê gotin ku “Gotin heye tim çê dike; gotin heye ser jê dike.” Heke em bibin xwediyê gotina ku çê dike, her wiha em ê bibin afirînerê qencî û xêrxwaziyê  jî. Na, heke em bibin xwediyê gotina ku ser jê dike, wê çaxê em ê bibin hevparê qesas û kujerên qenciyê jî. Ji bo wê, wekî kuli jor jî hate diyarkirin, gotin, bi qasî ku di tu cih û waran de nedebire, xwedî hêz û bandor e. Bi qasî hemû alav û amrazên şer jî, karîger û çalak e. Û dîsa bi qasî peyvîn û şorindeyên aştiyane çist û lebat e.

 

 Axaftin, vegotin û derbirîna  hest, raman, nêrîn, zanîn, şopandin, raçavkirin,  daxwaz û pêşniyazên mirov ên ku ji gotinan pêk tê ye. Axaftina watedar bi saya gotinên xweş bandorê li ser guhdêr dike. Mirov gava ku tenê dimîne, çi tiştên ku di hiş û dilê wî/wê de disihire, xwe bi xwe dibêje. Gelek caran bê hemdê xwe eşare û mîmîkan dide dora xwe û bi zimanê cestê(bedenê) diaxive. Car heye gotin bi devê mirov nakeve. Ji ber ku kesekî/e ku pê re biaxive û çend gotinan bike, nîn e. Yanê gotin û axaftin bi pêwendiya dualî ya bi kesên ku li pêşberî hevdû ne, pêk tê.  Gotin gotinê vedike. Gotin li axaftinê dihesile. Îcar a baş ew e ku mirov di hêza gotinê de bigihîje û wê di riya başiyê de bi kar bîne.

 

 Hemû têkilî û danûstandinên civakî bi saya gotinê pêk tên. Başî û xerabî bi saya gotinê ji hev cuda dibin. Şer û pevçûn bi gotinê re pêk tên. Aştî û lihevhatin ligel gotinê bi dest dikevin. Kîn û nefrîn, evîn û hezkirin, rûmetdarî û pesindarî di gotinên de veşartî ne. Serberjêrî û şermezarî, xemginî û tengezarî, çewsandin û stemkarî hemû li ser hîmê gotinê ava dibin.

 

 Car heye aşbûn ji gotinê bixêrtir e. Car jî heye gotin ji aşbûnê ferztir dibe. Ji bo wê, divê cihê ku gotin pêwîst be, aşbûn û cihê ku  aşbûn pêwîst be jî, gotin xwe ragire.  Wekî ku  Phtagore  dibêje: “An tiştekî nebêje; an jî tiştekî ku ji bêdengiyê(aşbûnê) baştir be, bibêje.”  Dîsa gotineke pêşiyên tirkan heye, tê gotin ku: “Gotin zîv be; aşbûn zêr e.” Dibe ku hewcedarî bi gotinê hebe; belê hilbijartina gotinê û bikaranîna wê di destê mirov de ye. Mirov dikare wê wekî zîv bi kar bîne û him jî dikare wekî zêr hilîne. 

 

 Bikaranîna gotinê girêdayî zanebûn û nezaniya mirov e. Lao-Tzû dibêje: “Mirovên zana zêde naxivin, belê ku yên zêde diaxivin jî nezan in.” Rast e. Heta ku gotina kesên zana ji yên nezan bêtir hukim û bandorê  neke  şer û pevçûn, nexweşî û nebaşiyên civakî zû biz û ji holê ranabin. Em dêhn û bala xwe didin rewşa dinê, ewqas karesat û bextreşiyên ku pêk tên hemû ji gotinê der dibin. Hemîn ku gotin afirînerî başî û xerabiyên dinê ye, wê çaxê divê gotinên baş werin afirandin. Lewre afirînerê he rgotinê mirov bi xwe ye.

 

 Wekî gotina dawî, emê dîsa bi gotina ramanwerê hêja û nemîr Arîstoteles, dawiyê li gotina xwe bînin: Mirovên ku dizanin bi hunerî biaxivin, çi tiştên ku di aqilê wan re  derbas dibe nabêjin; belê  çi tiştên ku dibêjin di aqilê xwe re derbas dikin.”    

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 23’ê Banemera 1387’ê Rojî