|
mirov ve têne
bilêvkirin. Bi rastî jî mirov liyaq û şayanî van hêjahiyan e . Lewre ne pêkan e
ku tu heyîn bi qasî mirov bergend û giranbiha û her wiha hêjayî rûmet û
rêzdariyê bibe.
Albert Camûs dibêje :
“Heyinê ku nirx û wateyê dide xwe, tenê mirov e.”
Bê guman rast e; belê çê ye ku her mirov bizanibe xwe nas bike û nirx û wateyê
bide mirovbûna xwe. Helbestvan û fablnûsê fransî La Fontaine jî vê yekê bi vî
awayî tîne zimên :“Tiştê ku bala mirov dikişîne û yê herî sereke ew e ku mirov
xwe nas bike”
Nezaket, nevsbiçûkî, dilnizmî, sadetî, tewazû ye. Belê nezaket, divê ne li gorî
kevneşopiyekê an jî wekî eşare, mîmîk û girnijîneke çêkirî ya ji rêzê be. Divê
bi liv û tevgerên giramî; belê bi mebesta xatirgirtin û mezinandinê were dayîn.
Lewre çi bi gotin û vegotinê û çi jî bi liv û bizavan dibe, kesên ku di
pêwendiyên xwe de ji dil û can nezaketê nîşan didin, ewlekariyeke pir mezin jî
didin kesên beramberê xwe. Nezaket hem dilxweşiyê dide kesê ku rêz û hurmetê
dide mirov û hem jî yên ku rêz û hurmet jê re tê girtin.
Pîr û pergala ku mirov di domana jiyana xwe ya asayî de bi dest dixe, yek jê
nezaket e. Nezaket, jî ji aliyê hin kesan ve wekî rewşeke awarte an bizaveke
dereasayî tê dîtin û pejirandin. Nezaket, beramberiya nirxdayinê ya kesên ku
nirx û qîmetê dide mirovan e. Ew, kirûyeke wisa ye ku di her dem û domanê de bi
hemû çand û nifşên civakê re têkildar e. Bi rastî mebest û armanca nezaket û
nirxdayînê hin caran veşartî ye. Dibe ku her gav ji hêla der û dor ve neyê
hishisandin. Belê liv û bizavek e ku her gav ji nav dil û hestên mirov
dadiwerive. Tenê kesên ku bi nezaket tev digerin an jî yên ku bi nezaket tên
pêşwazîkirin, vê yekê dihesin. Di pêwendiya navbera mirovan de hishisandina
nazîkî, narînî û ranermiyê nezaket bi xwe ye.
Nezaket, baweriyeke xurt e ji bo mirovên hişmend, şerdebûyî û perwerdekirî ku
her gav wê wekî hînbûniyekê dibînin û bikar tînin. Nezaket, venêran û sehkirina
(kontrolkirina) liv û bizavên mirov e. Cihê ku rêz, giramî, ranermî, narînî û
nezaket lê tune be, dê tevgerên bêrê, bêteşe, qubedeyî û çorsane serdestî jiyana
civakê bibin. Heke di pêwendiyên civakî de rêzgirtin, nirxdayin û qedirşînasî
tune be, dê jiyana mirovan a rojane jî di bin gefxurî, tehlî û tehdeyiyan de
bidome. Dilgermî, dilsozî, bawerî û ewlekarî namîne. Hezkirin, giramî, levparî,
tevîbûn, piştgirî û arîkariya civakî dikeve xetereyê. Hêvî û gumanên mirov ên
diwarojê misoger nabin. Herkes li pişt pahniya hev û din e. Çav ji çavan ronî
nade. Dexesî pexîlî û çavnebarî dikevin dewreyê. Çêr, sixêf û dijûn ji ser zar û
zimanên mirovan nakevin. Şer û pevçûn dibin adet û gertevên ji rêzê. Dilhişkî,
diltengî dilhiştin û dilmayîn dibin xisletên mirov ên mayînde. Fesadî, ewanî,
galegal û paşgotin dibin alavên gavegal û dembihêrkên rojane…Pêwendiyên mirovan
ên rojane gelek caran ji ber bênezaketî, bêşerde û bêteşeyiyên bêtore dikevin
tengaviyê. Hin mirov di pêwendiyên xwe de li dewsa zimanekî nerm an liv û
bizavên şahreza û şahîk, zimanekî çors, tevgereke bêsinc û bêyom bikar tînîn. Bi
vî awayî hem dilê mirovên ku bi wan re di têkiliyê de ne, ji wan dimîne û hem jî
ew ji wan mirovan dicehmisin û dienitînin. Hin mirov jî bi zimanekî nerm û
beşereke vekirî tev digerin û xwe dixin dilê herkesî. Ango ne dilê kesî ji wan
dimîne û ne jî ew dilê kesî dihêlin.
Ku rêzgirtin û nezaket tune be, vegotin û têgihîştin jî badilhewa(bêfeyde) ye.
Ku axaftin ne ji dil be, guhdarkirin jî bêhavil û betal e. Ku vegotin bi mebest
û armanc û ku gotin jî bê wezn û pîvan be, ne guh dibihîse, ne dil dihishisîne û
nejî mêjî dipejirîne. Çi di axaftin û vegotinê de û çi jî di tevger û bizavên
mirov de dibe, nezaket, reftareke şarmend û şareza ye. Her wiha helwesteke
mirovî ye jî. Nezaketa rastîn ji dilnizmî û nefsbiçûkiya mirov tê. Nefsbiçûkî
kilîda hemû pêwendiyên mirov ên hemdem û rojane ye. Em ê nivîsara xwe bi gotina
P.Syrus bi dawî bikin.
“Yên ku rûmeta xwe winda dike. Tiştekî wan î ku winda bibe namîne.” |