|
gorî
hêvotina çand û huner û wêjeya wan dişêwe û dirûv digire. Jixwe çand û
şaristaniya civakan jî heta îro xwe bi vî awayî parastiye û pêşve çûye.
Şaristaniyên mezin, bi saya zimên û perwerdehiyê pêşve diçin û dexma xwe li
dîroka mirovahiyê didin. Gava ku zimanê civakê pêşve neçe, çand, huner, raman û
wêjeya civakê jî pêşve naçe. Kom, civat û xilbeyên bê nasname, ne dikarin tu
sûd û fêdeyê bidin xwe û ne jî bidin kom û civakên dora xwe. Çawa kesê/a bê
nasname wekî takekes nayê hesibandin; kom û xilbeyên bê nasname jî wekî civak
nayên hesibandin. Ji bo wê, gel dibe, civak dibe, divê berî her tiştî di warî
sazîbûna mezringeyî de xwe bi mirovahiya dinê bide nasandin û çespandin. Heke
na, zêde tu sûd û fêdeya guheraniya zagonên bingehîn ên fermî û naskirina mafê
mirovan ên ser rûkê kaxizê jî namîne.
Wekî
ku bapîran jî gotiye “îro, roja sebebê ye”. Heke îro civakên bênasname bi
seferberiyeke neteweyî dest navêjin karê ziman wêje û hunera xwe û her wiha û
li sazî û dezgehên xwe yên çandî xwedî dernekevin -ne çê ye ku mirov bi reşbînî
li meseleyê binihêre, belê- mixabin dibe ku nav û dengê wan û bêhn û beyta wan
li ser rûyê dinê nemîne. Û cehd û keda wan a salan bi avê de biçe. Çimkî îro
desthilatdariya dinê li ser navê globalîzmê ketiye nav kar û hewldana çandeke
yekalî û yekpare. Û dixwaze hemû gel û civakên dinê di nav vê bişavtina nû ya
gerdûnî de bimehîne û têk bibe. Li aliyê din jî, îro sistbûnî, cangiranî û
tiraliyeke malxirab serdestî rêxistin û komeleyên neteweyan yên sivîl bûye.
Herkes li benda yê/ya din e. Tu kes di eynî xwe re dernaxe û nabêje “ma sazî,
komel û dezgehên civakî dikarin tena bi serê xwe, xwe bidin bin vî barê giran
?” An “dê çawa rê li ber van bişavtin û komkujiyên çandî bê girtin?”
Bi
rastî dem ne dema ku hin bikin û hin rûnên e. Kes dibin, civak dibe, divê her
kes bi tevayî xwe bidin bin vî barî û dîsa bi tevayî rola xwe ya dîrokî
bileyîzin
Bi
saya zanîn û teknolojiyê îro gelek kes fêrî xwendin û nivîsandina zimanê xwe,
lêpirsîn û lêgerîna çand û hunera xwe ya neteweyî dibin. Lêxwedîderketin û
parastina ziman û çanda neteweyî, ji bo parastina civakên bindest tiştekî pêwîst
û girîng e. Ango ev peywir û binbariya payedar û pîroz ji bo her mirov û civakên
bindest hewcedariyeke dîrokî ye. Divê hemû mirovên bindest xwe di vî warî de
berpirsiyar bihesibîne. Çi ji destê kê tê divê qet texsîr neke û di vî warî de
bibe alîkar. Her kes, dikare li gorî merc û derfetên xwe bi awayekî piştgirî
û alîkariya vî karê pîroz bike. Her mirov hewcedarî fêrbûn û fêrkirina zimanê
xwe yê zikmakî ye. Di dem û domaneke wisa girîng de, divê her mirovê/a bindest
hem bibe mamoste hem jî şagirtê zimanê xwe yê zikmakî. Lewre fêrbûn û bikaranîna
zimanê mirov yê zikmakî, dê bibe parastina nirêxên wî/wê yên neteweyî û
parastina nirxên neteweyî jî, dê bibe hinceta parastina çand û hunereke resen û
cihêwaziyeke gerdûnî.
Ji bo
wê divê cehd û hewldanên gelên bindest ên di vî warî de bi awayekî domdar û
bêdeman heta demekê dirêj bidome. Heke hemû gel û civakên bindest îro dest bi vî
karê pîroz bikin û xwe ji dil bidinê, dê ew qasî jî zû bi ser bikevin û sûd û
fêdeyê bidin çanda civakên cîhanê. Û her wiha dê zimanê xwe jî ji bişavtin û
dirûvandina darê dinê rizgar bikin. Wekî din jî dê gelek ber û berhemên hêja
yên çandî hunerî û wêjeyî jî diyarî mirovahiya cîhanê bikin.
Ji
roja ku mirovahî bi xwe hay bûye û heta îro, li ser mirovên pejnkar û hestyar
gelek astengî û çewsandinên ramyarî û aborî pêk hatine. Îro jî heman ferset
wekî kelem û astengiyeke tundwar, pêşiya gelek kesên dilsoz û hestyar digire.
Tê zanîn ku hemû civak û rêxistinên demokratîk ên pêşverû, bi taybetî hem ji
aliyê daringî û hem jî ji aliyê arişî ve ditengijin. Ji bo wê her gav hewcedarî
bi piştgirî û alîkariya gel û kesên pejnkar û pirsiyardar heye. Sazî, hem ji
aliyê gel, bi piştgiriya gel û hem jî ji bo gel û bi saya gel têne avakirin. Ev
saziyên ku bi geşedeniya çand û zimên re bandoreke erênî li ser jiyana civakê
dihêlin, her gav bêne parastin. Bêguman, ev jî rasterê girêdayî merc û derfetên
aborî û piştvaniya gel a daringî û arişî ye.
Wekî
ku Apê Osman Sebrî dêbêje
“Ez ji bo gel; ne gel ji bo min.” |