|
Ewropayê
rû dide û dibe riknê şoreşa felsefî, hunerî û ramyarî. Fikra ronîûnê derbeyeke
pir mezin li bawerî, ferset
û ramanên derezanistî û kevneperest dide. Û ev ramana nû dibe despêka hişmendiya
dîrokî û hemû zanyariyên gerdûnî.
Ronesans,
li erdnîgariya Ewropayê dest pê kiriye û li tevê cîhanê belav bûye. Belê gava ku
mirov dêhna xwe dide erdzemîna Asayayê, mirovên vê erdnîgariyê, fikr û felsefeya
ronesansê zû bi zû ne pejirandine. Û her wiha car caran jî li hember wê
derketine. Ev yek jî bûye sedema lipaşmayîna civat û civakên Asayayê û mirovên
erdzemînên paşmayî yên din. Di dem û domana ronesansê ya ku wekî “nû dîtinekê”
dihate dîtin de, ramanwerên ku di serdema seretayî de jiya bûn, di serdema navîn
de jî dihatin nasîn. Belê heta wê demê pirtûkên wan (yên ku bi destan hatibûn
nivîsandin) di refan de diriziyan û tu kesî guh nedida raman û felsefeya wan.
Nirxdayîn û qedirşînasiya ramanwerên nû û kevnar, bi ronesansê dest pê kir û
gihîşt merhaleyeke payedar. Ev yek jî bi saya qîmetdayîna çand, huner û wêjeyê
gihîşte vê merhaleyê.
Dîroka
mirovahoyê dîroka şaristaniyan e. Mirovahiya ku şaristaniyên kevn û nûjen
afirandiye, bi naskirina gerstêrka me( erdzemîna ku em li ser dijîn) nehatiye
ser; her wiha bi guherîn û veguherîna xwezayê û jêsûdwergirtina wê jî mijûl bûye.
Pêwendiya bi xwezayê re li derê ha; êdî mirovahî ketiye nava tevgera dahûrandin
û nasîna fezayê û li wir bicî bûne. Cîhan û mirovahî bi dahên û nûvedaniyên nû
nasdar dibe.Ji bo mayîndebûna jiyana fîzikî tê dikoşe û bêrawestan li çaredîtina
mirinê dicehdîne. Ev yek nîşana şoreşa hişmendiyê ya ku zanîn û teknolojiya
nûjen pêk aniye. Şoreşa hişmendiyê jî nîşana ronesansa nûjen û destpêka
şaristaniya mirovahiyê ya nûdem e.
Her
mirovê ku bi karê nivîsê eleqedar dibe û her wiha li ser çand, huner û wêjeya
gel lêkolîn û dahûrandinê pêk tîne, her gav nikare bibe ronakbîr. Dibe ew kes
wekî rewşenbîr bê dîtin belê her gav nikare bibe şayanî ronakbîriyê. Ronîbûn, ji
hêla sosyolojîk ve; tê wateya hewldana têgihîştina rêbazên xwezayê û edilandina
pergalên dinê ku mirov bi hişmendî û ceribandinên xwe bidest dixe. Ji kesên ku
vê yekê wekî rêbaz û azîne dineqîne re ronakbîr tê gotin. Ronakbîr
ew kes e ku xwe ji bin bandor û bindestiya hemû tirs, saw, darazî, pêşdarazî,
paşmayîn, kevneşop û paşverûtiyên demê yên kevnar û îroyîn reha dike. Ronakbîr
ew e ku ne bi hestyarî; bi pejnkarî û bîryarî tevdigere. Ronakbîr ew e ku ji
hemû kevneşopî û kevnerûtiyên kambax û bêyom bidûr dikeve û arasteyî zanîn û
zanyariya ramanwer û pisporên dinê yên nûjen dibe. Lewre ronîbûn her gav xwe
dispêre vîn û hişmendiya mirov a azad û serbixwe. Ronakbîr bi xwe jî şagirt û
berdevkê vê hizirîn û ferasetê ye. Ew, nikare wekî murîd û bawermendekî/e
kevneperest tevbigere û bibe dîl û destgîrê baweriyên xwe. Ew, rêçenas û şopgerê
zanîn û zanyariyê bi xwe ye. Yanî, ronakbîr neçar e ku ji baweriyên xwe bêtir bi
zanîna xwe tevbigere û bi bîr û bîrdoza xwe re lihev be. Helwest û bertekdariya
wî/wê jî her gav di vê çarçoveyê de teşe digire û li ser vî riknî bilind dibe.
Ev yek, rasterê dibe egera hebûna û peywira wî/wê ya ser rûyê dinê û her wiha
binbarî û berpirsiyariya wî/wê ya mirovî.
Ronîbûn,
wekî nêrîneke nû ya lihemberderketina ramana Serdema Navîn tê zanîn.
Taybetmendiya ronîbûnê ya herî girîng, ahengdariya navbera hiş û xwezayê û her
wiha girêdayî wê jî lihevkirin û lihevhatina mirov û xwezayê ye. Bêşik, hiş û
hişmendiya mirov û têgihîştina wî/wê ya îroyîn jî ji bo vê yekê gelekî guncan û
bikêrhatî ye. Belê dîsa jî hewcetî bi cehd û hewldanên mirov ên ku di riya zanîn
û zanyariyê de têne xebitandin, heye. Lewre ronîbûn, qelaştina perdeyên reş û
tarî yên stûr e ku, di navbera mirov û zanînê de hatiye danîn. Ronîbûn,
qetandina tovil û çermê ser mêjiyê mirov û mirovahiyê yê ku bi hezaran sal ew
wekî lewirên hov û kovî, bê hizirîn û fikirîn hiştiye û berdaye dinê. Ronîbûn,
parçekirina goga risasî ya ku her gav bi gefxurî li ser serê mirov û mirovahiyê
hatiye daleqandin. Ev goga risasî wekî şûrê seqakirî yê Demokles, bi hezaran sal
bi ser serê mirovahiya cîhanê de bênavber dilolibe.
Ronîbûn,
tirs û sawa dilê hemû hêzên reş û tarî û hêzdariyên bêrê û nehênî ye. Bi kurtayî
ronîbûn, tîrêja jiyanê ye. Bêdeng û bêwext, xwe berdide nav şane û cestê mirina
sar û rih û giyana mirov û mirovahiyê ji nûve vedijîne. |