Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Zanîn Û Perwerdehî

 

Adar Jiyan

adarjiyan@mynet.com

Hewldana mirovên zana û perwerdekar a pêzanîn, derdornasîn û xwenaskirinên civakî ji dîroka mirovahiyê de dest pê kiriye û heta îro hatiye. Ji wê rojê û vir de ye ku mirovên pejnkar û rûmetdar li ser vê yekê radiweestin,

 eleqedar dibin û serê xwe diêşînin. Ev mirovên zehmetkêş û ked-dar bi vê jî nehatine ser; ketine nav liv û lêgerînên bibergeh û dorfireh.

 

 Hîkariya navbera mirov û xwezayê û her wiha pêwendiya navbera heyîn û heyberên dinê, ji hêla mirovahiyê ve wekî qada pisporiyeke serbixwe tê zanîn. Belê ya girîngtir ew e ku mirov vê pêwendiyê bi awayekî erênî bi kar bîne û jê sûd û fêdeyê wergire. Ev jî bêşik bi riya zanîn û perwerdehiyê bi dest dikeve.

  Zanîn û perwerdehî du têgihên cihê, belê her wiha du têgihên têkildar ên bivênevê ne jî. Perwerdehî bi saya zanînê pêşve diçe; belê zanîn jî bi perwerdehiyê re digihîje encam û armanca xwe. Hewm û pevcivînên zanînê, xwe di qada perwerdehiyê de didin der. Heke perwerdehî tune be, hîndekariya zanînê bi tena serê xwe bi kêrî tiştekî nayê. Hemû dane û komasiyên zanînê  bi saya perwerdehiyê hatine/têne parastin  û parvekirin. 

  Perwerdehî, bi zanînê pêk tê. Û zanîn jî dîsa bi saya perwerdehiyê zanîneke din hildiberîne. Perwerdehî, zanînê pêşve dibe, têkûz dike û wê li ser hîmê rastî û duristiyê diedilîne. Zanîn û zanyariya ku bi lêgerîn û dahûrandinên zanistî bi dest dikeve, bandoreke pir mezin li ser teknolojî û alavên teknolojiyê dihêle. Lewre rasteqîniyên zanistî, her wiha mîrateyên  hevpar ên tevê mirovahiyê bi xwe re tînîn.  Pêşveçûn an jî standardizasyona jiyanê, dibe sedema pêşveçûna lêgerîn û lêpirsînên teknolojiyê. Lêgerîn û bikaranîna alavên teknolojiyê jî şaxên zanîn zanyariyên demê bi re tîne.

  Perwerdehî, dem û domana ku di pêvajoya kemilîn û geşedaniya mirovbûnê de pêk tê ye.

Her çendî ku wekî têgiheke nû bête zanîn jî, bi hezaran sal e ku ev yek li gorî merc û derfetên demê pêk hatiye.

  Çi ye mirovbûn?

  Mirovbûn, ew taybetiya ku mirov ji heyîn û heyberên din vediqetîne ye. Belê her mirov nikare xwe bigihîne asta mirovbûnê. Mirovbûn, taybetiyên mîna şarezahî, bêhnpakî, dilpakî û serbilindahiyê bi xwe re tîne. Her mirov, hişmend û aqildar e. Belê her mirov ne zana û şareza ye. Şarezabûn bi zanîn û perwerdehiyê bidest dikeve. Mirov ne bi kodên xwe yên genetîk û nejî bi kevneşopiyên xwe yên nîjadî pêşve diçe. Ew, bi saya hewldanên zanistî, çandî, zana û zaneyane têkûz dibe û pêşve diçe.

  Perwredehî, tenê ne di bin sîwana dibistanê de; her wiha ji malê bigiriin heta derûdor ji derûdor bigirin heta qada listik û hesîne û hengameyê… hemû der wekî qadên perewerdehiyê têne zanîn. Belê hîmê şardebûna mirov di malbatê de tê danîn. Ango perwerdehiya mirov a destpêkê ji malbatê belê nemaze ji dayîkê dest pê dike. Her mirov di zarokatiya xwe de pêşî li ber destê diya xwe mezin dibe. Sinc, tevger û livbaziyên diya xwe bi awayekî baldar dişopîne û jê bandor werdigire. Heke dayîk bi awayekî erênî hatibe şardekirin û perwerdekirin, dê şardebûn û perwerdekirina zarok bi awayekî erênî; belê heke dayîk ji perwerdehiyeke zaneyane bêpar mabe,  wê çaxê dê kesayetiya zarok bi awayekî neyinî teşe bigire. 

  Pêwendî, ragihandin û parvekirinên jiyanê yên rojane hemû li ser hîmê pewrewerdehiyê hatine/têne avakirin. Zanyariya rastîn, bi perwerdehiyê  durist  û têkûz dibe. Der barê vê yekê de Konfîçyûs wiha dibêje:

  “Hêkeke te heye û hêkeke min.

  Min hêka xwe da te û te jî hêka xwe da min 

  Hêkeke te çêbû û ya min jî bû hêkek. 

  Dîsa bi te re hêkek heye û min re jî yek.

  (ango tu guhertin pêk nehat)

  Belê;

  Zanîneke te heye û zanîneke min.

  Min zanîna xwe da te û te jî zanîna xwe da min.

  Du zanînên te çêbûn û du zanîn min.”

  Îro ro, tiştê ku hukmê xwe li ser zanîn û perwerdehiya mirov dike, yek jê jî jiyana bajarvaniyê ye. Jiyana bajarvaniyê bi awayekî dorhêl bandorê li ser tevger, bizav û kesayetiya mirov dihêle. Nemaze jî  mirovên zarok û xeşîm. Mirov di zarokatiya xwe de li kijan derû dorê û di kjîan civakê de bijî, dê li gorî merc û derfetên wê derûdorê û jiyana wê civakê dirb û dirûv bigire. Mirov digel mezinbûn û stewîna xwe ya asayî, ji hêla çand û civakîbûnê de jî diguhere û pêşve diçe.

  Perwerdehî, ligel ku di her dem û domanên jiyanê de bandorê li ser kesayetiya mirov dihêle jî, belê bandora herî domdar û  mayînde bandora ku li ser jiyana mirov a zarokatiyê dike ye. Lewre kartêkeriya herî bibandor, kartêkeriya bajarvaniyê ya sikak, kolan û yarîgehên bajêr ên ku bi hem û alav û amrazên xwe, jiyana zarok dorpêç dike ye.

  Kes dibe, civak dibe, heke baş hatibin perwerdekirin sûdewar û erênî, belê baş nehatibin perwerdekirin xisar û neyinî ne. Em ê gotara xwe, bi gotina ku têkildarî babeta me, ya Lord Brouham bi dawî bikin:

  “Arastekirina kesên (mirov an jî civakên) perwerdekirî hêsan, belê xirandina wan zehmet e;  birêvebirina wan hêsan, belê dîlkirin û kolekirina wan bêmikûn e.”

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Sêşem, 16’ê Rezbera 1387’ê Rojî